Dayê Gulê wefat kir
Sêşem 23 Gulan 2023 - 15:28
Endama Dayikên Aştiyê Gulistan Alagaş di nava civakê de wek Dayê Gulê dihat nasîn, 45 rojan beriya niha ji ber ku xwîn çû ser mejiyê wê, felc bûbû. Ew li nexweşxanê dihat dermankirin. Dayê Gulê 2 hefteyan li nexweşxanê ma, û paşê li malê di nava nivînan de bû.
Têkoşîna Dayê Gulê salên 1990’î dest pê kir. Sala 1993'yan li gundê Erkent ê Berwariya Sêrtê, piştî ku leşkeran bi ser gund de girt, ji neçariyê koçberî Edeneyê bû. Li Edeneyê jî Dayê Gulê têkoşîna xwe dewam kir. Gulê her tim bû hedefa dewletê. Kurê Gulê yê ku tevlî nav refên PKK'ê bû, sala 1999'an şehîd bû, lê heta îro jî cenazeyê wî nehatiye dîtin. Dayê Gulê, gelek caran li dijî tecrîdê û ji bo rewşa girtiyan tevlî grevên birçîbûnê bû.
Li Enqerê birîndar bû
Dayê Gulê ya ku ti carî dev jî têkoşînê berneda, tevlî Çalakiya Mertalên Zindî jî bû. Tevlî meşên Cûdî û Qesaba Newala bû. Herî dawiyê jî di Qetlîama Garê ya Enqerê de ji çîpê xwe birîndar bû. Gulîstan Alagaş ango Dayê Gulê piştî ku felc bû, li malê di nav nivînan de bû û pêr wefat kir. Şîna Dayê Gulê wê li taxa Gazîkent Burak a navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê bê danîn.
JINNEWS/DÎLOK