- Li Girtîgeha Hejmara 5’an a Sîlîvriyê êşkenceya li ser girtiyan roj bi roj zêde dibe. Nîşaneya vê yekê jî gotinên Kadîr Kaya ne. Bi rêya telefonê bi diya xwe re peyivîye û gotiye: ”Êdî nema dikarim bêhnê bistînim.”
Li Girtîgeha Hejmara 5’an a Sîlîvrî ya Stenbolê dawî li binpêkirina mafên mirovan nayê. Her roj zexteke nû li girtiyan tê kirin. Ji ber ku tedbîr nayên girtin, li girtîgehê hejmara girtiyên siyasî yên bi vîrûsa koronayê ketine zêde bûye. Ji ber helwesta xemsar a îdareyê jî metirsî mezin dibe. Songul Taştan ku bi rêya telefonê bi kurê xwe Kadîr Kaya re yê li Girtîgeha Hejmara 5’an girtiye axivî, anî ziman ku girtî di nava mirinê de hatine hiştin. Dayik Taştan ji ANF’ê re axivî û têkildarî rewşa nebaş got, ”Kadîr ne yekî welê ye ku tiştên wiha bêje. Xuya ye rewş gelekî nebaş e.”
Bo 10 kesan e lê 32 tê de kes dimînin
Taştan qala axaftina bi telefonê ya bi kurê xwe re kir û got, ”Kurê min got ‘Dayê êdî bêhn li min diçike’ û xwest ku em dengê wan bide bihîstin. Anî ziman ku hejmara girtiyên li koxûşan hatiye zêdekirin, li koxûşa bo 10 kesan 32 kes dimînin, xwarin kêm e, tedbîr li dijî şewbê nayê girtin, av timî li ser wan tê birîn, ava tê dayin jî mîna heriyê diherike, destûrê nadin wan ku biçin revîreyê û bersiv ji daxwaznameyên wan re nayê dayin.
Kurê min sal û nîveke girtî ye û me ti carî hevdîtina vekirî nekir. Ji bo hevdîtina girtî jî berê gotibûn saetekê, piştre daxistin 45 deqeyan, niha jî kirine nîv saet. Vê yekê jî qaşo bi hinceta şewbê dikin, lê belê meha Remezan li koxûşên Hejmara 5’an gelek kes bi vîrûsê ketin û ji bilî karantînayê ti tedbîr negirtin. Li koxûşa ku kurê min lê ye jî mirov bi şewbê ketin, lê test jî nekirin. Di karantînayê de hiştin. Test li aliyekî sal û nîveke kurê min nikare biçe revîreyê. Bêyî testê hefteya derbasbûyî derzî lê xistin. Normal mirovên ku bi koronayê ketibin derzî li wan nayê xistin, lê belê ji ber ku test nekirine nayê zanîn ku bi şewbê ketine yan na. Lê bi vî rengî derzî lê xistin.”
Her wiha Taştan diyar kir ku kurê wê sal û nîveke bi neheqî û bêhiqûqî girtî ye û ji ber ku ji malbateke siyasî ye bûye hedef.
ZEYNEP KURAY/ANF/STENBOL