Şafî Hayme yê du zarokên wî girtî, bang kir û got, berî ku girtî dest bi rojiya mirinê bikin, divê daxwazên wan bên qebûlkirin.
Li girtîgehên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û Tirkiyeyê girtiyên PKK’î û PAJK’î li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 11’an de ye û îro koma sêyem dest pê bike.
Şafî Hayme ku kurê wî Îbrahîm Hayme li Girtîgeha Amed a Tîpa D’yê di nav koma duyem a greva birçîbûnê de cih girtiye û kurê wî yê din Mehmet Hayme jî dê li Girtîgeha Bolû ya Tîpa F’yê îro daxilî nav koma sêyem a greva birçîbûnê bû, der barê çalakiyên grevên birçîbûnê de axivî.
Em dixwazin girtî bên berdan
Hayme, hejmara girtiyên nexweş ên di girtîgehan de bibîrxist û wiha got: “Di girtîgehan de 197 jê giran hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Niha grevên birçîbûnê dest pê kirine. Em dixwazin rojek beriya rojekê girtî werin berdan. Şert û mercên girtiyan nebaş in. Niha girtî bêdem û dorveger dikevin grevê, lê heke daxwazên wan neyên qebûlkirin dibe ku di paşerojê de çalakiya xwe biguherînin. Lewma fikarên me hene. Em dixwazin rayedarên dewletê rojek beriya rojekê daxwazên zarokên me qebûl bikin. Ji ber ku ku heger daxwazên wan neyên cih, dibe ku bikevin rojiya mirinê jî. Tirsa me jî ev e. Daxwazên wan giran jî nînin, di çarçoveya qanûnên dewletê de ne, lê pêk naynin. Şertên wan neyên cih, bi biryar in heta mirinê jî dev jê bernadin.”
Em bi zarokê xwe re ne
Hayme, bang li malbatên girtiyan jî kir ku xwedî li zarokên xwe derkevin û li gor xwestekên zarokên xwe tevbigerin.
Hayme, anî ziman ku zarokê wî Îbrahîm Hayme di koma duyemîn a greva birçîbûnê de ye û kurê wî Mehmet Hayme jî wê roja duşemê daxilî nav koma sêyemîn bibe û got: “Em malbat bi fikar in. Em dixwazin daxwazên wan bên cih ku Tirkiye jî rehet bibe, em jî rehet bibin. Heke zarokên me bikevin rojiya mirinê em ê jî li malên xwe nesikinin. Carna radibin hin tiştan dibêjin, lê nayînin cih. Wexta grevên birçîbûnê yên di sala 2018’an de destpêkirin dayika dest bi çalakiyan kir û her ku diçû çalakî mezin dibûn. Wezîrê Dadê wê demê got, ‘Em ê daxwazên girtiyan bînin cih.’ 2-3 hevdîtin bi serokatî re çêbûn û dîsa qut kirin. Ev xapandin e, em vê naxwazin. Zarokên me jî ji ber vê yekê ketine çalakiyên grevê. Divê tişteke bingehîn çêbibe.”
Hayme, xwest ku rayedarên dewletê ji bo daxwazên zarokên wan gav bavêjin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Zarokên me çi biryarê bidin em li pey wan in.”
Her kes tecrîdkirî ye
Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan rasterast girêdayî azadiya civakê ye, û got, lewma piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan tê wateya xwedîderketina azadiya civakê.
Tecrîd her kesî tecrîd dike
Ûgûrlû, diyar kir ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê kûr û giran dibe, zext û zoriyên li ser civakê jî zêde dibin.
Ûgûrlû got: “Îqtidara ku dixwaze pirsgirêka kurd bi polîtîkayên eskerî çareser bike, tecrîdê giran dike. Ji lewra tekane muxatebê vê pirsgirêkê Birêz Ocalan e. Lewma di asasê talana li ser kedkaran, jinan û xwezayê de tecrîd heye. Êdî her kes bi vê dizane. Ma qey esnafên Îzmîrê jê bi bandor nabin? Dibin. Ma qey li Îzmîrê kesên li sîteya pîşesaziyê dixebitin jê bi bandor nabin? Dibin. Welatiyê li Tekirdagê, nikarin bibêjin çi îşê min ji pirsgirêka kurd heye. Ji ber ku bandorê li nanê li ser sifreya wî jî dike. Li Kurdistanê qeyûm tên tayinkirin û tabelayên bi kurdî tên daxistin û hevşaredar tên girtin, lê li rojavayê welêt meaşê kêmtirîn di asta herî kêm de ye. Bac tên zêdekirin. Betalî zêde dibe. Her roj dolar bilind dibe. Ê tim xizan dibe gel e. Ev hemû wekî kevirên domînoyê ne, bandorê li hev dikin. Yanî tecrîd rasterast bandorê li jiyana civakê yan jî bi awayekî neyekser bandorê lê dike.”
Em bibin dengê çalakgeran
Berdevka HDK’ê Ûgûrlû, ji bo grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê li girtîgehan dest pê kirine jî anî ziman ku grevên birçîbûnê di warê azadiya civakê de girîng in û got: “Civak, divê xwedî li azadiya xwe derkeve. Azadiya civakê girêdayî azadiya Îmraliyê ye. Ne du tiştên bi serê xwe ne. Ma qey tecrîd tenê li Îmraliyê heye? Na. Tirkiye, bûye girtîgeheke servekirî ye. Niha tevahiya civakê tê tecrîdkirin. Zext û zoriyên li karkeran, baroyan, saziyên civaka sivîl tên kirin yek jê jî ne bi serê xwe, hemû girêdayî meseleya Îmraliyê ne. Lewma divê piştgiriya grevên birçîbûnê bê kirin. Ev tenê ne pirsgirêka girtiyan e. Civak, divê dengê xwe li vî dengî zêde bike û xurt bike.”
Tuncel jî dikeve greva birçîbûnê
Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel, li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger ku di 27’ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên PKK’yî û PAJK’î ve li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan 10 roj e dewam dike. Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a ku li Girtîgeha Kandra ya Kocaeliyê 4 sal e girtî ye jî biryar da ku tevli çalakiya greva ku kom bi kom berdewam dike, bibe.
Beriya Sebahatê jî li heman girtîgehê Parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel bi rêya malbata xwe ragihandibû ku wê bikeve greva birçîbûnê.
Bi ser qawişan de girtin
Piştî ku Çaglarê diyar kir ew ê bi jineke din a li girtîgehê re bikeve grevê, bi ser qawîşên Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Gulser Yildirim, Aysel Tugluk, Sebahat Tuncel, Hevşaredarên berê yên Dêrsimê Nurhayat Altun, Edîbe Şahîn lê ne, girtibûn, pirtûk, pênûs û defterên wan desteserkiribûn.
Herwiha li gorî agahiyan, daxwaznameya Sebahat a ku wê dest bi grevê bike jî hatiye desteserkirin. Sebahatê di daxwaznameya xwe de xwestiye ku neqlî Girtîgeha Îmraliyê were kirin ku Rêber Apo lê ye.
MAAMED