MUHAMMED KAYA
BERLÎN


Bi armanca piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan, çalakiya rûniştinê ya li Berlînê pêk tê pêr qonaxa xwe ya yekê temam kir û koma diduyê wê 18-22ʼê Çile li heman deverê dewam bike.

Nûnerên rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyeyî, hunermend û siyasetvan beşdarî çalakiya li paytexta Elmanyayê Berlînê dibin. Di çalakiyê de axaftinên bi Elmanî, Tirkî û Kurdî têne kirin û belavok têne belavkirin. Sloganên weke “Berxwedan Jiyan e, bijî Berxwedana zindanan” û "Hoch die Internationale Solidarität" têne gotin.  

Rêxistinên Efrîkaya Başûr ji bo azadiya Rêber Apo kampanya berhevkirina îmzeyan dane destpêkirin. Îmzeyên bêne berhevkirin wê radestî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Gutarres werin kirin. Wekî din ji bo kampanya TJK-Eʼyê ya bi navê “Ji bo dîktator were darizandin 100 sedem” jî îmze têne komkirin.

Ji ber şewba koronayê, çalakî rojê du saetan pêk tê. Tevî şert û mercên hewayê yên nexweş jî çalakî bi coş dewam dike û hejmara beşdaran jî her diçe zêde dibe. Gelek kes têne serdanê jî û di nava wan de Hêja ya 4 salî û Demhatê 6 salî jî hene. Çawa têne cihê çalakiyê êlegê wezîfedar li xwe dikin û bi alên hil didin tevlî çalakiyê dibin.

Grev li dijî dagirkeriyê ye

Alîkarê Serokê CÎKʼê Seyda Mele Dawid jî beşdarî çalakiyê bûye. Jixwe, ew beşdarî gelek çalakiyan dibe û em wî ji nêz ve nas dikin. Ew jî di çalakiyê de diaxive, qala zor û zilma rejîma Erdogan dike û balê dikişîne ser çalakiya li zindanan. Seyda qala Mele Elî Boçnak jî kir ku ji ber mewlûda Kurdî xwendibû ketibû zindanê û tê de şehîd bûbû, û got; “Greva birçîbûnê li dijî faşîzm, dagirkerî, zilm û zordariyê ye. Awayekî berxwedanê ye. Hûn jî piştgiriya wê bikin û bibin beşek jê.”

Hevserokê FEDAʼyê Demîr Çelîk jî li dijî tecrîdê nerazîbûna xwe nîşan da û got; “Dewlet dixwaze bi êşkence û tecrîdê îradeya gelê Kurd bişkîne.”

Hozan Aydin jî silavên xwe ji çalakgeran re şandin û got; “Daxwazên wan daxwazên min in jî.”

Yekîtiya Suryaniyên li Ewrûpayê jî daxuyaniyek da û got; “Desthilat li Tirkiyê mafê mirovan binpê dike.”

Çalakiya li Alexanderpaltz a li Berlînê 11´ê Çile dest pê kir û wê koma diduyê 18-22 Çile dewr bigire.