Li zindanên dewleta Tirk ên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîdê, di roja 40’î de ye. Malbatên girtiyan, diyar kirin ku daxwazên girtiyan daxwazên wan in, û banga xwedîderketina li çalakiyê kirin.

22 salin tecrîdkirina Rêber Apo li Îmraliyê didome. Dewleta Tirk a înkarker û qirker her diçe tecrîdê bêhtir dişidîne. Girtiyan di 27'ê Mijdarê de, bi armanca bi dawîkirina tecrîdê û şermezarkirina binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan di roja 40’î de ye. Heya niha, herî kêm li 100 girtîgehan çalakî didome û nêzî 2 hezar û 500 girtî beşdar bûne.

Em xwedî li çalakiyê derkevin 

Birayê Selman Çetîner ê li Girtîgeha Kandirayê Tîpa Fʼê Hejmara 1ʼê dimîne Îsa Çetîner, da xuya kirin ku herî dawî di heftiya derbasbûyî de, bi birayê xwe re hevdîtina telefonê kiriye û Îsa Çetîner aniye ziman ku ew ê jî bikeve greva birçîbûnê. 

Çetîner, diyar kir ku ger daxwazên girtiyan neyên qebûl kirin, wê birayê wê jî, tevlî çalakiya greva birçîbûnê bibe û wiha axivî: "Em xwedî li çalakiya girtiyan derdikevin. Li ber çavê tevahiya cîhanê sûc tê kirin. Tecrîd sûcekî giran e. Desthilatdariyeke ku li dijî gelê kurd, polîtîkayên komkujiyê bi rêve dibe, heye. Dixwaze gelê kurd tune bibe. Ji bo ku ev nêzîkatiyên desthilatdariyê bi dawî bibin, divê tecrîda li ser Ocalan rabe. Girtiyan jî bi vê têgihiştinê dest bi çalakiyê kirin. Ango hem ji bo azadiyê û hem jî ji bo aştiyê dest bi çalakiyê kirin. Em jî weke malbatên girtiyan, pêdiviya bi aştî û azadiyê dibînin. Ev daxwazên wan daxwazên me ne jî.",

MA/STENBOL