Daxwaza wan vegera ewle ye
Duşem 7 Tîrmeh 2025 - 03:05
Jinên ji Efrînê yên li Hesekê dimînin, di rewşên dijwar re derbas dibin. Tevî zehmetiyan li berxwe didin û daxwaza wan vegera Efrînê ya bi ewle ye.
Jinên ji Efrînê yên koçber ku li Hesekê bi cih bûne, di rewşên zehmet û dijwar re derbas dibin. Jin têkildarî mijarê axivîn.
Meryem Mûsa ku 7 sal li Şehbayê di nava konên penaberiyê de derbas kiriye, lê di dawiya sala 2024'an de ji Şehbayê koçberî Hesekê bûye, got: “Ne tenê zehmetî li Şehbayê hebû, li vir jî gelekî zehmetî hene, kehrebe û av zêde nayê peydakirin. Em tiştekî ji kesekî naxwazin, em dema li Efrînê mal û milkên me hebûn, darên me yên zeytûnê hebûn. Em tiştekî naxwazin, tenê em dixwazin bi ewle vegerin Efrînê.”
Medya Henan yek ji koçberên Efrînê ye, diyar kir ku di hemû aliyên jiyanê de zehmetiyan dikişînin û wiha axivî: “Havîn û zivistanan gelekî zehmet e. Em di milê kehrebe û avê de zehmetiyan dikişînin û zêde nayê peydakirin. Zarok nexweş dibin lê cihên tenduristiyê nîn in, nexweşxane jî ji cihê me dûr in û em zehmetiyên madî jî dikişîn.”
Bêrîvan Hisên ku 7 salan li Şehbayê maye, hêviya xwe ya ji bo vegera li Efrînê anî ziman û wiha got: “Germahiya havînê me li Şehbayê dît, niha jî li Hesekê. Tenê daxwaza me ew e em careke din vegerin warê xwe.”
Hevîn Reşîd destnîşan kir ku rêveberiyên koçberan û şaredarî bi hev re dibin alîkar, da ku alîkariya koçberan bikin di her milekî de û wiha got: "Em weke komîteya penaberên Efrînê bi hemî saziyên navnetewî û rêxistinên navnetewî re di nava têkiliyê de da ku zehmetiyên heyî derbas bibin."
ANHA/HESEKÊ/ZEYNEB ŞÊXO