Daxwaza ji bo Kurdî li Swêdê kêm e
Yekşem 15 Gulan 2022 - 22:24
- Bi pêşengtiya Enstîtûya Kurdî ya li Stockholmê bi boneya cejna zimanê Kurdî li ser ziman û rewşa zimanê Kurdî li paytexta Swêdê Stockholmê semînerek hat lidarxistin.
Bi pêşengtiya Enstîtûya Kurdî ya li Stockholmê bi boneya cejna zimanê Kurdî li ser ziman û rewşa zimanê Kurdî li paytexta Swêdê Stockholmê semînerek hat lidarxistin.
Serokê Enstîtûya Kurdî, Kamran Simo Hedilî axaftina destpêkê kir. Kamran Simo Hedilî piştî silavkirina beşdaran, got: Gulan di nava Kurdan de weke meha şehîdan jî tê binavkirin, ji ber ku di vê mehê de hem gelek lehengên hunermend û gelek rewşenbîrên Kurd jiyana xwe ji dest dane.”
Wî her wiha behsa xebata Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî jî kir: “Heger îro bi sedan dildar û mamosteyên zimanê Kurdî hene, ji bermaya ked û xebata wan pêşengan e, û em wan bi bîr tînin.” Wî xwest Kurd xwedî li ziman û saziyên zimanê Kurdî derkevin û got, “Lazim em li her derê saziyên wisa bi pêş bixin û zarokên xwe hînî Kurdî bikin û weke Kurd em girîgiyê bi zimanê xwe bidin.”
Parlamenterê partiya Sosyal Demokrat, Qadir Kasirga jî got, “Ez bi hebûna semînerên li ser zimanê Kurdî pirr kêfxweş dibim. Ez bi rastî jî xetereke mezin li ser zimanê Kurdî dibînim. Li Swêd berê derfetên pir mezin ji bo kar û xebatên zimanê kurdî hebûn lê wan salên dawî ji ber kêmbûna daxwazê, ders û derfet jî pirr kêm bûne. Li Swêdê qederê 200 hezar Kurdî hene. Pirr sazî û rêxistin hene ku dixwazin derfetên ji bo ziman kêm bikin. Lazim e Kurd hişyartir bin.”
Mamosteyê zimanê Kurdî Rêkar Ehmed jî got, “Lazim e beriya her tiştî Kurd ziman û rabihuriya xwe pirr bi başî zanibin. Lazim e hem li Başûr û hem li Rojavayê Kurdistanê xebatên hevbeş yên ji bo zimanê Kurdî werin kirin.”
Di berdewamiya semînerê de mamoste Şasiwar Haşimî li ser etîmolojiya peyvan peyivî û qala serpêhatiya xwe ya bi destpêkirna vî karî kir.
Mamosteya zimanê Kurdî Azad Aslan jî li ser rewşa dersdariya zimanê Kurdî li Swêde axaftinên xwe kir. Di dawiya semînerê de hunermendên Tev-Çand-Swêdê jî stranên xwe pêşkêş kirin.
STOCKHOLM