Daxwaza girtiyê nexweş asteng kirin
Sêşem 15 Tîrmeh 2025 - 17:30
- Daxwaza girtiyê bi nexweşiya giran Emîn Gurban ji bo guhertina qawişê bi hinceta ku “Di girtîgehê de nûnertî kiriye” hat astengkirin.
Rewşa girtiyê bi nexweşiya giran Emîn Gurban ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî Konyayê, her diçe xirabtir dibe. Li gorî agahdarkirina parêzeran; Gurban du meh berê ji ber xetimandina demarên stû 2 meh berê anjiyo bûye. Hat diyarkirin ku îdareya girtîgehê, her roj li ser Gurban bikaranîna derman a li pêşiya kamerayê ferz dike û ji ber vê ferzkirinê Gurban bikaranîna derman red dike.
Herwiha hat destnîşankirin ku Gurban ê ku rewşa tenduristiya wî giran e di qawişê de bi tenê tê ragirtin û daxwaza wî ya ji bo kawişên 3 kes lê dimîne ji ber “hikumxar ê muebbeta giran” hatiye redkirin. Serlêdana Gurban a dawî ji bo guhertina qawişê ji aliyê Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî bi hinceta “di girtîgehê de nûnertî kirî” hate redkirin.
Gurban, di sala 1996’an de li navçeya Tarsûs a Mersînê hate binçavkirin û di 13’yê Hezîrana 2001’ê de bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê" cezayê îdamê girt. Daîreya 9’emîn a Dadgeha Bilind biryar xira kir. Dema biryar xira bû, cezayê îdamê hate rakirin û pişt re ji nû ve hate darizandin û cezayê muebbedê girt. Gurban ê ku 29 sal in di girtîgehê de ye nexweşiyên wî yên wek xetereya penceşêra mîdeyê, xetimandina demarên dil, xetimandina demarên stû, nexweşiya kîsikê zirav û gelek nexweşiyên din hene. Gurban di 29 salan de sewqî girtîgehên Tarsus, Metrîs, Sakarya, Bursa, Gebze, Kocaelî û Ereglî bûye.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), 2015’an de di biryara xwe ya "Gurban-Tirkiyeyê" de, cezayê muebbeda giran a bêyî mafê berdana bi şert wekî binpêkirina "qedexekirina îşkence û muameleya xerab" a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê nirxand. DMME’yê biryar da ku "mafê hêviyê" yê Gurban hatiye binpêkirin. DMME’yê ji Tirkiyeyê xwest ku sererastkirinên qanûnî ji bo parastina vî mafî bicih bîne. Lêbelê, derbarê vê rewşê de hîn tu gav nehatiye avêtin. MA/ENQERE