Girtiyê bi navê Abdullah Tûran li girtîgeha Metrîsê ya Stenbolê girtî ye. Dadgeha Destûra Bingehîn a dewleta Tirk (AYM) daxwaza Abdullah Tûran a ji bo berdanê red kir. Tûran ji stûyê xwe û jêr ve felc e. Tevî ku Saziya Tiba Edlî (ATK) bi rapor dibêje, Tûran ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî Dadgeha Destûra Bingehîn a dewleta Tirk daxwaza berdanê red kir.

Di hinceta redkirina serlêdana Tûran a 24’ê Mijdarê de hat gotin: “Tedawiya wî ya medikal li saziyê tê kirin, bernameya tedawiya fîzîkî û rehabîlîtasyonê tê pêkanîn û pêwîstiyên rojane û kesayetî ji aliyê personelên ku li wî dinêrin ve tê pêşwazîkirin.”

Parêzerê Tûran Vedat Ece, diyar kir ku hincetên redkirina AYM’ê ne rast in û wiha got: ”Ji ber şewba vîrûsa covîd-19’e cih li nexweşxaneyê nemaye û tedawiya wî nayê kirin. Cardin Tûran birin girtîgehê. Tûran di 7’ê Kanûnê de, dîsa ji ser hişê xwe diçe û radikin nexweşxaneyê. Cardin ji ber şewba vîrûsa coronayê wî paşve dibin girtîgehê û dixin odeya karantînayê.”

Parêzer Ece, da zanîn ku rewşa dawî ya tenduristiya Tûran ji AYM’ê re ragihandine û destnîşan kir ku rewşa wî cidî ye û divê demildest were berdan.

MA/STENBOL