• Li Ranya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ îmze tên berhevkirin.

Li Ranya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ îmze tên berhevkirin.

Li navçeya Ranya ya ser bi Silêmaniyê, di çarçoveya kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ de îmze tên berhevkirin, û welatî bi germî pêşwazî li kampanyayê dikin.

Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer îmzeyan kom dikin. Welatî bi germî pêşwazî li kampanyayê dikin.

Ji bo Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi taybetî ji lîsteyên ‘rêxistinên terorê’ yên DYE û Konseya Ewrûpayê bê derxistin, bi pêşengiya Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13’yê Kanûnê de kampanyaya îmzeyan ku hedefa wê berhevkirina 4 milyon îmzeyan e, hate destpêkirin.

Kampanya bi pêşengiya 1000 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetvan, zanyar, hunermend, aktîvîstên sosyalîst hatibû destpêkirin û dewam dike. Kampanyayê roja 29’ê Çile bi tevlibûna gelek rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrin û siyasetvanan li seranserê Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin û hîna didome. 

ROJNEWS / RANYA