Dawî li siyaseta rehîngirtinê bînin
Çarşem 29 Îlon 2021 - 23:59
- Hamide Akbayir ji 2014´an heta 2020´an endama Meclîsa Şaredariya Kolnê bû. Ew ji 24´ê Îlonê ve li Tirkiyeyê asê maye.
Parlamentera eyaleta NRW ya Partiya Keskan Bêrîvan Aymaz, wezîra zanist û lêkolînê ya berê ya eyaletê ya NRW’ê ji SPD’ê Anke Brunn, endamê Meclîsa şaredariya Kolnê Jorg Detjen, nivîskar Gunter Wallraff, komeleya Stimme der Solidarität e.V. ji bo serbestkirina Hamide Akbayir bang kirin.
Hamide Akbayir ji 2014´an heta 2020´an endama Meclîsa Şaredariya Kolnê bû. Ew ji 24´ê Îlonê ve li Tirkiyeyê asê maye. Akbayir welatiya Elmanyayê ye. Ew di siyaseta aştiyê, mafê penaberan û Kurdan de çalak bû. 15´ê Heîzran bihurî ji bo dîtina malbatê û çêkirina goristana malbatê çû gundê xwe yê ser bi Depê. Piştî wê bi rojekî fermana girtina wê hat dayîn. Ew 2´yê Îlonê li Depê hat girtin û bi endametiya rêxistinê hat gunehbarkirin.
Tevî ku dadger ew berda jî qedexeya derketina ji Tirkiyeyê li ser danî û ew divê hefteyê du caran here cem polês û îmze bike. Îtîraza wê ya li dijî biryarê jî 24´ê Îlonê hat redkirin.
Bêrîvan Aymaz, Anke Brunn, Jorg Detjen û Gunter Wallraff ev biryar û helwêsta dewleta Tirk şermezar kir, ji ber ku wê siyasetvaneke Elman ji ber daxiuyaniyên wê yên li Elmanyayê dadgeh dike û wê li Tirkiyeyê asê dike. Wan xwest ew tavilê bê berdan û karibe vegere Elmanyayê. Wan wekî din fikarên xwe ji ber siyaseta şantaj û rehîngirtinê ya dewleta Tirk li dijî Elmanyayê û welatiyên wê jî îfade kir. Wan xwest siyaseta Elman a derve tavilê dawî li vê şantaj û siyaseta rehîngirtinê ya dewleta Tirk bîne.
KOLN