Dawî li barbariya Tirk nayê

Duşem 29 Nîsan 2024 - 00:23

FERHAT SEZGÎN / MA / STENBOL

Dagirkeriya Tirk ku cenazeyên şehîdan bi kargoyan ji malbatan re dişîne, vê carê jî doza tazmînatê li malbatên şehîdan dike. Malbatên şehîdan gotin,’’Ev heqaret e’’ û xwestin ku dawî li vê barbariyê were.

Dewleta Tirk a dagirker doza tazmînatê li malbata şehîdan dike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Diyar Gumuşay, Alî Tekîn û Idrîs Uzkaş sala 2018’an li Hezro ya Amedê di şerê dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûn.

29’ê Temûza 2020’an bi hinceta leşkerên ku di şer de birîndar bûne, Fermandariya Giştî ya Jandarmayan, bi îdîaya ‘’biryara saziyê’’ doza tazmînatê li malbatên her sê gerîlayan vekir.

Hem dikujin,hem tazmînatê dixwazin

Habîb Uzkaş, bavê Idrîs Uzkaş ê gerîla dijî vê helwest nîşan da û got,’’Hem kurê min miriye û hem jî dozê vedikin. Li vir mexdûr em in.’’  

Doz di 13'ê Sibatê de li Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 5'an a Amedê hat lidarxistin. Di dozê de biryar hat dayîn ku her malbatê 12 hezar û 406 TL tazmînatê bide. 

Tazmînat zêde kirin

Malbata Gumuşaz û Ûzkaş ku hem zarokên wan jiyana xwe ji dest dane û hem jî rewşa wan a aborî nebaş e, ji ber ku tazmînat nedan, tazmînata li wan hatiye birîn bû 45 hezar TL.  

Habîb Ûzkaş, bavê Îdrîs Ûzkaş destnîşan kir, ya ku hatiye kirin "heqaret" e. Bav Ûzkaş ku di 29'ê Adara 2018'an de kurê wî jiyana xwe ji dest da, anî ziman mexdûriyeta ku hatiye serê wan bi vê pêvajoyê re dest pê kiriye. Bav Ûzkaş diyar kir ku piştî cenaze wergirtine ji bo definkirinê birine navçeya Hezex a Şirnexê, lê li vir nehatiye hiştin ku ew cenazeyê xwe bibin jî. 

Em nikarin tazmînatê bidin 

Ûzkaş destnîşan kir gelek malbat bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ne û got demildest divê ev doz bên betalkirin. Bav Ûzkaş destnîşan kir yê mexdûr ew in û got: "Em nikarin vê tazmînatê bidin. Lewma demildest divê ev doz bên betalkirin. Hem kurê min miriye hem jî dozê vedikin. Yê mexdûr em in." 

Bav Ûzkaş destnîşan kir ku li Tirkiyeyê şer heye û got ku heya ev şer bidome wê gelek kes bimirin û xwest dawî li şer bê. 

Em li têkoşînê xwedî dertên 

Ûzkaş anî ziman ku zext û zordarî çiq as hebin jî ew neheqiyê qebûl nekin û got: "Tevî hemû zextan jî em ê xwedî li zimanê xwe, çanda xwe û nirxên xwe derkevin."

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.