Artêşa Tirk a dagirker li Licê operasyoneke dagirkeriyê meşand. Di vê operasyonê de 3 kes beriya 4 rojan hatibûn girtin. Ev kes doh hatin berdan. Lê li aliyê din heman artêşa dagirker pistî vekişînê dest bi birrîna daran kir.
Operasyona dagirkeriyê ya ji 13’ê Nîsanê de li gundên Dêrxus, Huseynik, Karahasan û gundikên wan ên navçeya Licê, bi dawî bû. Hat zanîn ku doh serê sibê esker bi erebeyan ji heremê vekişiyane û li gelek gundikan birrîna daran hatiye destpêkirin. Eskeran ji gundiyan re gotiye, “Werin darên xwe yên hatine birîn bibin.”
Li aliyê din Berat Alageyîk (18), Eyup Ozkan û welatiyekî ku navê wî nehat zanîn ê bi lêdanê beriya du rojan di serdegirtina malan de hatibûn girtin, piştî îfadeyên wan hatin girtin, sewqî dozgeriyê hatin kirin, dozgeriyê piştî îfadeyê wan girt, her sê welatî berdan.
AMED