Saziya Tipa Edlî ya Iraqê cenazeyên 39 qurbaniyên fermana Şengalê radest kirin. Lê belê bi helwêsteke sosret ji malbatên qurbaniyan xwest ku darbestan bi xwe bînin. Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê li ber vê helwêsta sosret rabû.
Wezareta Bijîşkiya Dadweriyê ango Tiba Edlî ya Iraqê, bi daxuyaniyekê ragihand ku proseya tespîtkirina nasnameya cangoriyên fermana 3'yê Tebaxa 2014'an a li Şengalê ya koma 5'an hatiye temamkirin.
Cenazeyên cangoriyan ji dezgeha bijîşkiya dadwerî ya parêzgeha Nînowayê hatin wergirtin.
Lê belê ya sosret ew e, ku hikûmeta Iraqê, ji bo wergirtina cenazeyan, kirrîna darbestan li malbatan ferz kir.
Di daxuyaniya tiba edlî ya Iraqê de, bi sernavê 'têbîniya girîng' de hate gotin, "Em teqezî li ser pêwîstiya anîna belgeyên fermî li gel xwe dikin û her wiha, anîna tabûtan ji bo bidawîkirina proseya wergirtina cenazeyan."
Li hember Êzîdiyan bêrêzî ye
Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê, têkildarî helwêsta sosret a hikûmeta Iraqê daxuyaniyek da û got, “Ev helwêsta Tiba Edlî, bû sedema nerazîbûn û hêrseke mezin di nava civaka Êzîdî de, bi taybetî jî di nava malbatên şehîdan de. Ji ber ku tişta hikûmeta Iraqê dike, li beramberî qurbaniyên fermanê û tevahiya civaka Êzîdî, bêrêziya herî mezin e. Divê civaka Êzîdî vê bi ti awayî qebûl neke û helwêstê nîşan bide.”
Saziya Malbatên Şehîdan ya Şengalê ji bo helwêsteke bi bandor jî bang li civaka Êzîdî û aliyên peywendîdar hemûyan kir.
NAVENDA NÛÇEYAN