Parlamenterê PDK’ê Rêving Hirurî ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi alîkariya hinek kompanyayan, darên herêmên ku dagirkirine, dibirin û dişînin Tirkiyeyê.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina tevahî Başûrê Kurdistanê dewam dike. Dewleta li herêmên ku dagir dike, lê bi cih dibe û xwezaya Kurdistanê jî wêran dike.
Parlamenerê PDK’ê Rêvin Hirurî ji ragihandina PDK’ê re axivî. Parlamenterê PDK’ê diyarkir ku dewleta Tirk dest bi şewitandin û birîna daristanên Herêma Behdînanê kiriye.
Hirurî di dewama axaftina xwe de dibêje; “Dewleta Tirk kompanyayên ji bo birîna daran aniye Berwariya Bilind û Herêma Zaxo. Parlamenterê PDK’ê da zanîn ku çeteyên ku bi dewleta Tirk re hatine herêmê, daran dibirin, dibin Tirkiyeyê û li wir difiroşin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ