Dapîra kişikê va ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 13 Çile 2023 - 04:38

Li Girê Başûr ê gundê Bîrhûrikê yê Sêrtê, ne dûrî rûbara Başûr û Çemê Bohta, devereke şûnwarên serdemên antîk, esas, destpêka serdema tûncê heye. Ev devera ku beriya qederê 5 hezar salan weke goristan hatiye bikaranîn, mala lîstika herî kevin a li ser depekî, texteyekî tê lîstin e jî. Li vir, di nava goristanê de muhtemel e ku weke tiştên axretê bi kesê mirî re bin, ew jî hatiye veşartin.

Ev lîstika hanê ji lîstika Ûrê kevintir e; helbet heger em qebûl bikin ku ev lîstikek e. Bi vê qebûlê, em dewam bikin: 39 berên vê lîstika 5 hezar salî hene. Li gorî hin zanyaran jî ew dapîra lîstika setrencê, yanî kişikê ye. 

Berên pêşî yên 39 berên hanê di kolanên arkeolojîk ên sala 2013´an de li Girê Başûr hatin dîtin. Bera dawî jî sala 2019´an hat dîtin. Gir qederê 20 kîlometreyan li bakurrojhilatê navenda Sêrtê ye. Kolanên arkeolojîk jî ji ber ku ava bendava Ilisû wê bida ser deverê, hatibûn kirin û bi lez û bez û bê îhtîmam bûn. Axir ev 39 berên hanê hemû ji goreke ji destpêka serdema Tunc mane. 

Ev berên lîstikê ji fîgurên heywanan û teşeyên geometrîk pêk tên. Fîgurên kûçikan, ên berazan, pîramîdên sêgoşe ne.

 

Başûriyên Botanê huner afirandine 

Li gorî texmînên zanyaran, ev berên lîstikeke du kesî ne û lîstik yan lîstikeke nêçîr û ravê ye yan jî yeke stratejiyê ye. Lê nayê zanîn ka lîstik çawa tê lîstin.

Arkeologê li muzeya Batmanê, Abdurrahman Demir dibêje, “Me berhem sala 2013´an di nava gorekê de dît û parçeyê dawiyê beraz jî me sala 2019´an dît. Gava em li ber berhemên dişibinê digirin, weke sîstem hebûna 4 kûçik û çar berazan, teşeyê çavî, hebûna berên weke pîramîdan, nîşanî me didin ku ev lîstikekeke aqil û jîrbûnê ye. Weke texmîn belkî mirov karibe bibêje, ev dapîra setrencê ye. Tevahiya parçeyên lîstikê temam bûn. Lê em nizanin ka lîstik çawa û bi kîjan şertan tê lîstin. Em ji bo wan dikarin bibêjin, ew berhemên hunerî yên herî muhim ên wê demê ne. Başûriyan huner hilberandiye.”

Vejandina Lîstika Ûrê

Beriya niha projeyeke British Museum a li Başûrê Kurdistanê hebû ji bo vejandina Lîstika Ûr a beriya qederê 5 hezar salan. Di vê çarçoveyê de arkeologan şert û awayê lîstina lîstika bi zar û kaban ji hev derxist û ev yek bi vîdeoyan jî belav kir. Paşê li bajarê Başûrê Kurdistanê Ranyayê dep, ber û zarên vê lîstikê hatin çêkirin. Ev projeya sala 2016´an îro çiqasî serketî ye em nizanin. 

SÊRT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.