Dansa ronahiyê û peykerên fanî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 19 Nîsan 2021 - 07:42

  • Schietti ji bo fotografan dibêje, “Ronahî vediguhere firçeyê, cihên vala yên derdorê jî tuwala min in, bi saya ronahiyê li ser vê tuwalê ango kaxizê pirsan dikim, bersivan didim, nihêrînên xwe derdibirim, hin nepeniyan derdixim holê yan jî hin tiştan tê de dinixumînim.

XASÊ CÛNÊ

Wênegirê Brezîlyayî Vitor Schietti, ji bo fotografan bigire şêwazekî balkêş bi kar tîne. Ew pêşî bi fîşekên hewayî ronahiyê çêdike û bi saya vê ronahiyê jî wêneyên ku ew ji wan re dibêje Impermanent Sculptures (Peykerên Nedaimî) digire. Schietti, bi bikaranîna ronahiyê ya cihê şiroveyeke nû li hunerê fotografiyê zêde dike û bi ronahiyê re dans dike. 

Gava mirov dibêje fotograf ango wêne, bêguman ronahî tê bîra mirov, heger ronahî tinebûya, ne fotograf ne çavên me ne jî hunerên reng, sî, ronî û tariyê wê hebana. Axir, bêyî keşfa têkiliya heyatî ya di navbera ronî û fotograf de wênegirî wê nikaribûya ewqasî xwe bi pêş bixe û bibe hunerekî berbiçav. Ji lewre mirov dikare bibêje, havênê fotografî ronahî ye û ew bi ronahiyê tê meyandin. Mayîndekirina ronahiyê ya bi rêya fotografî bala gelek wênegiran kişandiye û ew xwe li vê hunerê balkêş girtine. Vitor Schietti jî yek ji wan wênegiran e ku ew bi dû ronahiyê ketiye. Dixwaze bi ronahiyê wêneyên balkêş biafirîne û ronahiyê mayînde bike.

Darên bi efsûn û balkêş

Schietti, rasterast ji ronahiyê sûd werdigire û ev çend sal in dar û amûrên xwezayî bi saya ronahiyê dixemilîne û wêneyên balkêş derdixe holê. Bi gotineke din ew daran bi ronahiyê xêz dike ango dixemilîne. Darên ku bi ronahiyê hatine xemilandin pirr bi efsûn xuya dikin û darên periyan tînin bîra mirovî. Fotografên Schietti bi qasî bedewbûna xwe balkêş in jî. Helbet Schietti piştî pêvajoyeke zor û zehmet van wêneyan digire û karê dike ne karekî hêsan e.

Ji bo ronahiyê fîşekên hewayî bikartîne

Schietti ji bo fotografên xwe yên bi ronahiyê hatine xemilandin wextekî dirêj vediqetîne û dîmenên xwe bi deklanşoreke nerm û hêdî digire. Bi saya teknîka poza dirêj, ew van wêneyên xwe bêhtir li xwezayê digire. Ji bo vê yekê jî ew fîşekên hewayî bi kar tîne. Ji bo ku ew derdora darekê karibe bi ronahiyê bixemilîne, vê rêbazê bi kar tîne, lê tenê ev yek têra wî nake, her wiha ew bi rêya photoshopê jî bi ronahiyê dilîze û di encamê de ev fotografên balkêş yên efsûnî derdikevin holê. Schietti dibêje, girtina fotografekî pêwîst dike ku mirov ji xwe re demeke guncaw û hesas biafirîne, û karibe bi ronahiyê re dans bike.” Schietti wiha dewam dike: “Ji bo dengeya di navbera biriqîna daran û ronahiya xwezayî ya tarîgewrik de ku di hingûra êvarê de derdikeve holê çêkim, ez fîltreyên notr yên tîr bi kar tînim. Ji ber wê, ji vê re dengeyeke baş ya zirav divê.”

Ronahî vediguhere firçeyê

Schietti, îlham û sirûşa xwe ji kuçe û kolanên bi dar yên welatê xwe Brezîlya digire. Tenê ne kuçe û kolan, ew ji dîmenên xwezayê yên dûrî bajêr jî sûdê werdigire û diçe li wir fotografan digire. Xweza dibe tuwala wî û ew bi ronahiyê li ser vê tuwalê fotografan xêz dike û daran dixemilîne. Schietti ji bo fotografên xwe yên ku ew wek “Peykerên Nedaimî” yanî fanî bi nav dike, dibêje, “Ronahî vediguhere firçeyê, cihên vala yên derdorê jî tuwala min in, bi saya ronahiyê li ser vê tuwalê ango kaxizê pirsan dikim, bersivan didim, nihêrînên xwe derdibirim, hin nepeniyan derdixim holê yan jî hin tiştan tê de dinixumînim.”

Zindiyên din ên li dinyayê

Schietti bi van peykerên fanî, dixwaze bêhtir nêzî xwezayê bibe û bi xwezayê re bibe yek. Schietti di heman demê de aktîvîstekî vegan e û van karên xwe bi vê ceribandina xwe ve girêdide û dibêje, “Ez bi van xebatên xwe dixwazim bala mirovan bikişînim ser têkiliya me ya bi jiyanê re, parçeyekî rêwîtiya me ya hebûnê ne, ev fotograf. Ji ber van sedeman divê em zindiyên din ên ku em vê dinyayê bi wan re parve dikin, nas bikin û karibin bi wan re bijîn yan jî vê yekê biceribînin...”  

Herî dawî Schietti dibêje, ev fotografên ku ew digire, dê bikin ku di navbera mirovan û xwezayê de têkiliyek ava bibe. Lewra, ew ji sala 2015’an ve fotografên bi vî rengî digire û şanî mirovan dide. Wî fotogrofên xwe ji ber vê pêdiviyê girtine.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.