• Şirketa Dana Gaz derbarê êrişên li ser bîra gazê ya Kormorê de daxuyaniyek da. Wê got, karkirina ji bo berferehkirina Kormorê dewam dike, tenê bi awayekî demkî ev kar hatiye rawestandin.

Şirketa Dana Gaz derbarê êrişên li ser bîra gazê ya Kormorê de daxuyaniyek da. Wê got, karkirina ji bo berferehkirina Kormorê dewam dike, tenê bi awayekî demkî ev kar hatiye rawestandin.

Ji 22’yê Hezîranê heya 26 Hezîranê 3 caran bi mûşekan êrişî bîra gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê hate kirin. Ji ber êrişan, karmend ji kargehê derketine û karê şirketê jî hatiye rawestandin. Li aliyê din YNK´ê hêzeke mezin şandiye deverê. Hêzeke mezin a artêşa Iraqê û komên Heşdî Şeebî bi xwe piştî ku hêzên YNK´ê ew hişyar kirin, heta bi deverê neçûn. Ev yekem car bû ku hêzên nêzî Îranê û Heşdî Şeebî ji ber êriuşên bi mûşekan dewleta Tirk berpirsiyar girtibûn. 

Derbarê êriş û rawestandina karê kargehê de şirketa Dana Gaz a ku kargehê bi rê ve dibe, daxuyaniyek belav kir.

Wê got, “Projeya berferehkirina Kormorê, ji ber êrişan bi awayekî demkî hatiye rawestandin, ti ziyaneke canî û madî çênebûye. Ji bo tedbîrên pêwîst ên ji bo parastina bîra gazê ya Kormorê, di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de hemahengiyek heye.”

NAVENDA NÛÇEYAN