DAIŞ’ê şivanek revand

Duşem 13 Hezîran 2022 - 22:42

  • Çeteyên DAIŞ’ê li gundekî herêma Heftexa êrişî şivanan kir û şivanek revand.

Çeteyên DAIŞ’ê li gundekî herêma Heftexa êrişî şivanan kir û şivanek revand.

Doh danê siharê li gundê Til Heme yê ser bi herêmê Heftexar a ser bi navçeya Daqoq a ser bi Kerkûkê, şivanek ji aliyên çeteyên DAIŞ’ê ve hate revandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyekî hêzên ewlekariyê hatiye wergirtin, çar şivan li ber pezê xwe bûne, çeteyan êrişî wan kiriye. 3 ji şivanan karîn xwe xilas bikin, lê şivanek dikeve destê çeteyan.

Heman çavkaniyî ragihand ku nayê zanîn bê ka şivan ber bi ku revandine.

KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.