DAIŞ’ê li xwe girt
Çarşem 20 Mijdar 2024 - 00:43
Çeteyên DAIŞ’ê teqîna ku di 17’ê Mijdarê de li nêzî navçeya Xurmato pêkhatî ku di encamê de 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabûn û 3 kes jî birîndar bibûn, girt ser xwe. Roja 17’ê Mijdarê li bakurê navçeya Xurmato dema ku hêzên hevbeş ên pêşmerge û artêşa Iraqê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon lidar dixistin, bombeyek bi wesayîteke leşkerî de teqiya bû. Di encamê de 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabûn û 3 leşkerên Iraqê jî birîndar bibûn. Çeteyên DIAŞ’ê bi daxuyaniyekê berpirsyartiya êrişê girt ser xwe.
ROJNEWS