DAIŞ'ê 11 leşkerên Iraqê kuştin

În 21 Çile 2022 - 22:30

  • Li navçeya El-Ezîm a ser bi wilayeta Diyala ya Iraqê, çeteyên DAIŞ'ê êrişî artêşa Iraqê kir û 11 leşker di êrişê de kuştin.

Li navçeya El-Ezîm a ser bi wilayeta Diyala ya Iraqê, çeteyên DAIŞ'ê êrişî artêşa Iraqê kir û 11 leşker di êrişê de kuştin.

Li navçeya El-Ezîmê, komeke çeteyên DAIŞ'ê êrîş birin ser 4 baregehên leşkerî yên artêşa Iraqê.

Berê sibehê komeke çeteyên DAIŞ'ê êriş bir ser baregeha leşkerî ya di navbeyna gundên El-Teal û Um El Keramî ya li bakurê Diyalayê, li gorî agahiyan 11 leşkerên Iraqî hatin kuştin.

Di nav kuştiyan de serhengek jî heye.

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.