Dahata milet ji 20 malbatan re

Sêşem 29 Adar 2022 - 22:48

  • Endamê Lijneya Pîşesazî û Enerjiyê ya Parlamena Herêma Kurdistanê Karwan Gezneyî li Hewlêrê, derbarê dahata Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Parlamenterê Herêma Kurdistanê Karwan Gezneyî got; “Li gorî Mesrûr Barzanî dibêje, rojane 500 hezar bermîl neft tê hinardekirin. Dahata wê jî her meh dike 934 milyar dînar, herwiha dahata navxweyî jî 300 milyar dînar e. Dahata 20 deriyên sînor yên ne fermî, venagere xezîneya hikûmetê, ji kes, kom û binamelan re diçe.”

Endamê Lijneya Pîşesazî û Enerjiyê ya Parlamena Herêma Kurdistanê Karwan Gezneyî li Hewlêrê, derbarê dahata Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Tenê ji neftê bêhtirî mûçeyê karmendan kar heye

Karwan Gezneyî got, li gorî serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, niha li Herêma Kurdistanê her meh 15 milyon bermîl neft tê hilberîn û wiha dewam kir: “Ev jî rojane dike 500 hezar bermîl neft, heger li gorî axaftinên Mesrûr Barzanî be, ji sedî 41’ê dahata neftê dimîne. Wê demê dahata rojane ya neftê dike 21 milyon û 197 hezar dolar. Ev jî mehane dike 635 milyon û 930 hezar dolar. Ev pere jî bi dînarê Iraqî dike 934 milyar dînar. Di vê demê de mûçeyê karmendan hemûyan 900 milyar dînar e.”

Mehane miyarek û 300 milyon dînar

Parlamenter Karwan Gezneyî wekî din got, dahata neftê ya navxweyî ya deriyê sînor yê Hacî Omeran, Îbrahîm Xelîl, Başmax, Perwêzxan, Seyranben û 20 deriyên din ên sînor venagere xezîneya hikûmetê. Karwan Gezneyî got, dahata wan deriyan hemû ji kes, kom û binamalan re diçe.

Karwan di dewamê de got; “Bi giştî dahata navxweyî û neftê ku dike milyarek û 300 milyon dînar [mehane], Hikûmeta Herêmê dikare deriyê tayînkirinan veke û mûçeyê karmendan jî di dema xwe de bide.”

Hêjayî gotinê ye ku ev 3 roj in li Başûrê Kurdistanê bi sedan mamoste û karmend li dijî nedana mûçe, naçin ser kar û boykot ragihandine.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.