Dagirkirina Efrînê li Berlînê hat protestokirin
Yekşem 19 Adar 2023 - 16:03
Bi rasthatina salvegera 5’an a dagirkirina Efrînê, li Berlînê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de Hevserokê Fed-Kurdê Kerem Gok qala biryara Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya derbarê girtina serokê Rûsyayê de kir û got, “YE û NATO Pûtîn dibînin, lê çima Erdogan nabînin?”
Dewleta Tirk a dagirker sala 2018’an bi pişgiriya hêzên navneteweyî, Efrîn dagir kir. Bi wesîleya salvegera 5’an a dagirkirina Efrînê, li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyek protestoyî hat lidarxistin.
Li ser banga Komeleya Rojava ya Berlînê çalakî li Brandenburger Torê hat lidarxistin û bê navber dirûşmeyên “Turkische Armee raus aus Kurdistan (Artêşa Tirk ji Kurdistanê biceheme)”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Efrînê”.
Hevserokê Fed-Kurdê Kerem Gok li vir daxuyanî da û qala sûcên dewleta Tirk û bêdengiya YE, NATO, NY û dewletên Ewropayê kir. Gok bal bire ser biryara Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya girtina serokê Rûsyayê Pûtîn kir û ev pirs kir: “Gelo ma sûcên şer ên ku Erdogan dike, ji yên Pûtîn kêm tir in? YE û NATO Pûtîn dibînin, lê çima Erdogan nabînin?”
ANF/BERLÎN