- Li seranserê Brîtanyayê (Ingilîstan, Welatê Galiyan, Skoçya, Îrlandaya Bakur) 13 sendîkayên ku nûneriya 6 milyon karkeran dikin, nameyek ji sefîrê Tirk ê Ingilîstanê re şand.
Li seranserê Brîtanyayê (Ingilîstan, Welatê Galiyan, Skoçya, Îrlandaya Bakur) 13 sendîkayên ku nûneriya 6 milyon karkeran dikin, nameyek ji sefîrê Tirk ê Ingilîstanê re şand. Wan bi vê nameyê dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê rûreş kir.
Konfederasyona Sendîkayan TUC, rêxistina sîwanî ya sendîkayan GFTU jî di nava 13 sendîkayan de cihê xwe digirin. Ji bilî wan buroyeke parêzeriyê jî heman name îmze kiriye. Ew bi nameya xwe ya ji sefîrê Tirk re dixwazin ku dewleta Tirk êrişên xwe yên dagirkeriyê û sûcên xwe yên şer tavilê rawestîne.
Di nameyê de tê gotin, "Em bang li dewleta Tirk dikin ku êrişên xwe yên dagirkeriyê tavilê rawestîne. Leşkerên xwe di cih de ji herêmê vekişînin, êdî xelkê deverê terorîze nekin û dev ji qirkirina etnîk berdin."
Di nameyê de hat gotin, PKK ne rêxistineke terorê ye lê belê aliyekî şer e.
Di nameyê de wekî din hat gotin, "Li gorî me parastina beramberî terorê, ji wan hincetan in ku dewleta Rûs jî ya Tirk jî ji bo dagirkirina welatên serwer bi kar tînin. Mirov tenê bi angajman û diyalogê dikarin bi sedemên esasî yên şeran dakevin û tenê dema alî hemû li ser maseyê rûniûtin çareserî dikarin bên peydakirin. Ji ber wê me gelek caran bang li Erdogan û dewleta tirk kir da ku li maseya hevdîtinan vegerin û bi muzakereyan çareseriyan peyda bikin. Em vê banga xwe niha dubare dikin.
Sala 2023’yan hilbijartinên serokkomariyê dibin, em vê firsendê bi kar tînin ji bo ku bang li hikûmeta heyî ya Tirk bikin, da ku şidet û zilmê bi dawî bike, hewldaneke nû ya aştiyê ya xwe disipêre diyalog û hevdîtinan, bide destpêkirin.
Tevî ku we bersiv neda nameyên me yên pirrcarî jî, bi vê minasebetê, ji bo ku em li ser mijarê bipeyivin, em careke din doza civînekê dikin."
13 sendîkayên name îmzekirî
Rêxistinên ku name îmzekirin û nûnerên wan jî ev in:
Sekreterê giştî yê ASLEF´ê Mick Whelan, Sekreterê giştî yê GMB´ê Gary Smith, Sekretera giştî yê NEU´yê Mary Bousted, Sekreterê giştî yê RMT´ê Mick Lynch, Sekreterê giştî yê GFTU’yê Doug Nicholls û Sekreterê giştî yê TUC a Galiyayê Shavanah Taj û Sekreterên giştî yên sendîkayên bi navê UCU, RMT, CWU û TSSA.
NAVENDA NÛÇEYAN