Li gundê Mezin ê Şerawaya Efrînê mayîneke artêşa Tirk a dagirker teqiya. 2 zarok mirin û 2 zarok jî birîndar bûn.
Di teqînê de Azad Îbrahîm Hisên ê 12 salî û Dilyar Hemo Hisên ê 11 salî mirin û zarokên bi navê Hisên Îbrahîm Hisên ê 10 salî û Nesrîn Mihemed Hisên a 16 salî jî bi giranî birîndar bûn.
Zarokên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.
Ji ber digiriya zarok kuştin
SOHR'ê jî diyar kir ku kesek ku li Efrînê hatiye bicihkirin, bi alîkariya hevjîna xwe zaroka wê ya 2 salî qetil kiriye.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, ku mêrekî zarokeke du salî ya hevjîna xwe qetil kiriye. Sedema qetilkirina zarokê jî ew e ku heta saetên derengî şevê digiriya. Bûyer li navçeya Cindirêsê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, qewimî. Li gorî agahiyên SOHR'ê ew kes çete ye û bi dagirkeriya Tirk re li Efrînê hatiye bicihkirin.
Li gorî SOHR, mêr zaroka hevjîna xwe bi kulman qetil kiriye û bi awayekî veşartî ew defin kiriye. Piştî ku bûyer ji aliyê cîranan ve hate eşkerekirin, zarok ji gorê hate derxistin û tiba edlî jî kuştin piştrast kiriye.
Herdu hevjîn li xwe mikurhatin ku wan zarok qetil kiriye, ji ber ku heta derengî şevê digiriya.
EFRÎN