Dagirkerî rûyê xwe venaşêre

Şemî 3 Îlon 2022 - 03:31

  • Polêsekî dewleta Tirk li Wanê sîleh li rojnamevanan kişand û gef li wan xwar ku wan bikuje. Li Agiriyê jî polêsên Tirk êriş bire ser kesên ku madeyên hişbir protesto dikirin û gelek ji wan kirin nezaretê. 

Dewleta Tirk a dagirker demeke dirêj îdîa dikir ku ew dewletan welatiyan hemûyan e û cudakeriyê nake. Piştî şewitandina bi hezaran gundan jî ev îdîaya xwe dewam dikir. Lê îro roj ji bo veşartina rûyê qirêj û kirêt ên mehtingeriya xwe hîç hewl nade. Di qotî û kîsan de cenazeyan dide malbatan, eşkere xelkê bi sîleh dikuje, êşkence dike, hepsan weke tabût bi kar tîne û tolê bi her awayî ji Kurdan û cografyaya wan û xwezaya Kurdistanê dihilîne. Piştî mîtîmga 1´ê Îlonê ya li Wanê doh polêsên dewleta Tirk êrişî xelkê kir; wan sîleh li xelkê kişand û gef li rojnamevanan xwar ku ew ê wan bikujin. Li Bazîdê jî doh polêsên heman dagirkeriyê êriş birin ser endamên HDP´ê yên ku firotin û bikaranîna hişbiran protesto dikirin.    

Demançe ji ber xwe derxist û gef xwar

Li Wanê yekî ji polêsên dagirkeriya Tirk, demançeya xwe ji ber xwe derxist û gefa kuştinê li rojnamevanan xwar. Dîmenê kêliya ku polês demançeyê ji ber xwe derdixe, hat girtin. Di dîmen de xweşik xuya dike ku polês destê xwe diavêje sîlehê, dikişîne û berê wê jî dide xelkê. 

Li Wanê pêr duh piştî mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, xelkê beşdarî mîtîngê bûyî, meş li dar xist. Polêsan êrişî xelkê û rojnamevanên nûçe dişopand, kir. Polêsên Tirik li welatî û rojnamevanan da. Komek polês, ji rojnamevanan Mesût Bagci avêtin erdê, lêdan û kameraya wî şikandin. 

Gef li du rojnamevanên jin xwarin 

Polêsekî xwe ji Şaxa TEM’ê yanî şaxa êşkence û zilma li Kurdan da nasîn, gefa kuştinê li nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Kûtlû û nûçegihana JinNewsê Zelal Tûnç xwar. Polês got, “Ez ê guleyê berdim te, kes te nabîne” li rojnamevanan xwar. Heman polêsî demançeya xwe ji ber xwe derxist û gefa kuştinê li nûçegihana JinNewsê Elfazî Toral jî xwar. Dimênên vê kêliyê hatin girtin. Her wiha polêsên dagirkeriya Tirk, dîmengirtina rojnamevanan asteng kir û kameraya wan şikand.  

Hat zanîn ku hin polêsan telefonî hin rojnamevanên li bajêr kirine û ji wan xwestine da ku ti dîmenê kêliya bûyerê neyê serwîskirin. 

Rojnamevan gilî dikin 

Rojnamevanên kamerayên wan hatin şikandin, bi lêdanê êşkence li wan hat kirin û polêsên dagirkeriya Tirk gefa kuştinê li wan xwarin, miracaetî şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê kir û dê bi rêya parêzeran giliyê polêsên Tirk dikin. 

Çi zirarê bide Kurdan serbest e

Polêsên dagirkeriyê bi hizreke welê tevdigerin ku çi tiştan zirarê bide Kurdan û civaka wan hebe, ew serbest e. Ji ber wê jî li Bazid a ser bi Agiriyê, polêsên Tirk êriş bire ser kesên ku li dijî madeyên hişbir daxûyanî didan û gelek kes kirin nezaretê.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bazîd a Agiriyê xwest li dijî hişbirê doh daxuyaniyê bide. Polêsê Tirk bi gaza îsotê dest werda çalakiyê, bi lêxistinê êşkence li endamên HDP´ê kir. Polêsên Tirk Hevserokê HDP’a Agiriyê Cemîl Demîr û endamên partiyê Serhat Yilmaz, Bayram Ozmen, Sûat Yigit, Guneş Yaşmîn  û gelek kesên din kirin nezaretê.

Yanî li Bakurê Kurdistanê ji bo dagirkeran firotina madeyên hişbir serbest e, protestokirina wan qedexe ye.

WAN/AGIRΠ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.