- Êrişên dewleta Tirk dewama êrişên DAIŞ'ê yên sala 2014'an ên li dijî Başûr, Rojava û Bakur in. Helwêsta hingê xwe di parlamena Başûr de nîşan dayî, divê heman helwêst be ku îro xwe li dijî vê dagirkeriya bi per û bask nîşan bide.
REWŞAN DENIZ
Doh nûçeya "Dagirker neçar man ji 3 cihên Avaşînê vekişin" belav bû, lê beriya wê Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker, Tayyip Erdogan daxuyaniyek da û got, ew ê êrişî Wargeha penaberan Mexmûrê bikin. Wî ji Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku qaşo berpirse ji wargehê xwest, li şûna dewleta Tirk vê êrişê bike, yan na ew ê vê êrişê bike. Di dîroka sedsala bihurî de tenê DAIŞ'ê êrişên wisa li dijî penaberan û wargehên wan kirine. Dewleta Tirk bi vî awayî xweş nîşan dide ku DAIŞ tenê tezahureke piçûk a kirinên wê bû.
Dewleta Tirk ji 23'yê Nîsana bihurî ve hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike bi êrişên li dijî herêmên Avaşîn, Metîna û Zêyê. Doh hat ragihandin ku berxwedana dijwar a gerîlayên HPG û YJA Starê kiriye ku ew hêzên xwe ji sê deverên Avaşînê vekişîne. Ev herêm jî Dola Maran, Dola Konferansê û Tabûra Ereban in.
Li aliyê din êdî xelkê Başûr jî xwe li van êrişan nagire. Xelkê gundên Batîfa û Kêşanê bêxîretî nekirin wan hem nerazîbûn nîşanî bêdengiya rayedarên Başûr da hem jî li ber dagirkeran rabûn. Xelkê Kêşanê ev demeke dibe hedefa obusên dewleta Tirk. Ji bo şermezarkirina êrişan li ber Midûriyeta Navçeya Batîfayê ew civiyan. Piştî ku wan nerazîbûna xwe ragihand rayedaran, li dijî dagirkeriyê meşiyan. Yanî dewam dagirkeriyê wê ji bo dewleta Tirk di gelek waran de zehmet û giran bê, lê ji bo hikûmeta PDK'ê jî diyar e wê encamên giran derxîne holê.
Hêza 18 hezar kesî ji bo çi ye?
Di rewşeke wisa de ku dagirkeriya dewleta Tirk li berxwedana gerîla aliqiye, di erdê re bi pêş nakeve, xelkê Kurdistanê her diçe bêhtir zextê li hikûmeta PDK'ê dike da ku hevkariya dewleta Tirk neke, serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Tayyip Erdogan gefên êrişkirina Wargeha Penaberan a Mexmûrê xwarin. Eskerî hêzeke wê ya welê heye yan na, barê wê yê malî wê çiqasî giran be, ev li aliyekî, ji bo vê êrişê divê ew hiqûqa navneteweyî di gelek waran de binpê bike.
Beriya çendekê di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de nûçeya xwe dispart çavkaniyên ji nav cerdevanên ji bo dagirkeriyê tên amadekirin, nûçeyek hatibû belavkirin. Li gorî vê, hêzeke 18 hezar kesî tê amadekirin ji bo êrişa li dijî Başûrê Kurdistanê. Piştî gefxwarina Erdogan mirov bivênevê lê difikire, gelo ev hêz ji bo êrişeke weke ya li dijî Mexmûrê tê amadekirin?
Senaryoya Enqere û Bexdayê
Erdogan pêr di TRT'ê de derew û virên îstîxbarata xwe kirin rêz da ku êrişa li dijî Wargeha Şehîd rustem Cûdî (Mexmûr) bi NY'yê bide kirin. Hêzên wî yên eskerî yên ku di êrişên hema li ser sînor de êdî nikarin xwe bigirin, wê 180 kîlometroyan dûrî sînor çi bikin? Bersiva vê yekê wê bi helwêsta NY, hikûmeta PDK'ê û hikûmeta Bexdayê re elaqedar be. Gelo mafê penaberan ê parastinê wê bi destê dewleta ku penaber ji berê reviyane bê binpêkirin, gelo NY bixwe wê peymana xwe binpê bike? Helwêstên aliyan wê vê eşkere bikin. Lê ya diyar ew e ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze vê bike.
Erdogan ji TRT'ê re peyivî. Diyar e ku dixwaze bêhna xwe bîne ber xwe, yanî berê rojevê bide aliyên din. Lê dîsa jî tehlûke darî çav e. Rayedarekî hikûmeta Bexdayê yê ku navê xwe eşkere nekiriye, ji Reutersê re gotiye, dewleta Tirk giliyê Mexmûrê kiriye bi îdîaya "çalakiyên terorîst". Hikûmetê jî bersiv daye û gotiye, wan nekarî lêkolînê bikin, ji ber ku şervanên PKK'ê kampê kontrol dikin û destûra lêkolînê nedane.
Helwêsta aliyê Kurd divê yek be
Yanî hikûmeta Bexdayê û dewleta Tirk ji hev re senaryoyek nivîsîne. Lê ka gelo hêza wan a êrişeke bi vî rengî wê hebe yan na, dîsa jî nediyar e. Lê hem hikûmeta PDK'ê, hem jî aliyên siyasî yên Kurd li Başûr nabe ku vê senaryoya dewleta Tirk rewa bikin. Êrişên dewleta Tirk dewama êrişên DAIŞ'ê yên sala 2014'an ên li dijî Başûr, Rojava û Bakur in. Helwêsta hingê xwe di parlamena Başûr de nîşan dayî, divê heman helwêst be ku îro xwe li dijî vê dagirkeriya bi per û bask nîşan bide.