• Dagirkerên tirk li Efrînê Kanîwar Kemal Reşîd ê 27 salî û bavê 3 zarokan revand.

Li Efrîna dagirkirî, dagirkeran kesekî din revand. Dewleta Tirk a dagirker, bi hêzên xwe yên çekdar her zilmê li xelkê Efrînê dike. ANHAʼyê ragihand ku li gundê Şitka yê ser bi navçeya Mabata ya Efrînê, Kanîwar Kemal Reşîd ê 27 salî hatiye revandin. Kanîwar bavê 3 zarokan e. Dagirkerên Tirk ên çekdar li efrînê xelkê para bêhtir ji bo pere û fîdye direvînin. Heta niha aqûbeta Kanîwar nediyar e.

ANHA/EFRÎN