Dagirkerekî Efrînê li Elmanya ye

Sêşem 18 Çile 2022 - 22:24

  • Gelo Bashar Abu Saleh ji dagirkerên Efrînê ye? Gelo wî êşkence li Efrîniyan kir, ew revandin û fîdye ji wan stend? Nûneriya Rêveberiya Xweser ji hikûmeta Elman xwest cidî bi vê meseleyê dakeve.

 LUQMAN GULDIVÊ

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyê da zanîn ku ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker Cebhe Şamiya yê bi navê Bashar Abu Saleh ê ku êşkence li Efrîniyan kiriye, niha li Elmanyayê doza penaberiyê kiriye. Nûnerê Rêveberiya Xweser li Elmanyayê Xaiid Dewrêş (Khaled Davrisch) elaqedarî mijarê ji dewleta Elman xwest cidî bi mijarê dakeve û got, ew amade ne di pêvajoyeke muhtemel a dadgehê de ji bo xwegihandina şahid û delîlan de tevî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyê bibin aliyekî alîkar bi pêvajoya dadgehê re.   

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyê yekşema bihurî da zanîn ku Bashar Abu Saleh (Beşar Ebû Saleh) beriya qederê salekê li bajerekî Elmanyayê doza penaberiyê kiriye da ku karibe mafê îqametê wergire.  

Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê-Sûriyê, Leman Xelîl ji televîzyoneke li Başûrê Kurdistanê re peyivî û got, “Wî gelek binpêkirinên hovane yên mafê mirovan kirine, nexasim li dijî gundiyên Kurd.Wî ev sûcên hanê di bin fermandariya serekçete Ehmed Dîbo de kiriye ku jê re dibêjin Abû Esed. Wî êşekence li mirovan kiriye, xelkê sivîl ên deverê ji bo fîdyeyê revandine, û dest daniye ser mal û milkê xelkê deverê, bac li ser wan ferz kiriye, darên wan ên mîwe û daristana Kurdên bi darê zorê jicihûwarên xwe kirî jî birrîne.”
Leman Xelîl got, Abu Saleh du salan weke çeteyekî dagirker maye, paşê bar kiriye, çûye Tirkiyeyê. Piştî ku vegeriya Efrînê jî, zêde nemaye û di ser Tirkiyeyê re berê xwe daye Elmanyayê.

Leman Xelî da zanîn ku vî çeteyî Kurd ji bo fîdyeyê direvandin û êşkence li wan dikir. 

Revandiye, êşkence kiriye

Leman Xelîl navê du kesên wî ew revandine û êşkence li wan kiriye jî hildaye. Yek jê Gendo Wahid Qember e û yê din jî Mihemed Sîdo ye. Yê destpêkê hatiye revandin û êşkence lê hatiye kirin. Ebû Saleh jê 1000 dolar fîdye xwestiye ji bo ku bê berdan. Ji bo sedema revandinê jî, îdîaya peywendiya bi Rêveberiya Xweser re hatiye gotin. Heman tişt hatiye serê Mihemed Sîdo jî. 

Halê hazir Ebû Saleh li wargeheke penaberan a li bajarê Elmanyayê Hammê dimîne û li bendê ye ku mafê îqametê wergire.  

Leman Xelîl dibêje, hemû mexdûrên êşkenceyên Ebû Saleh amade ne ku şahidiyê bikin, Xizmên wan jî li Ewrûpayê hene, wan ji wan re got, ew amade ne şahidiyên xwe bi vîdeoyê ragihînin.

Wê her wiha got, heger şahidên ku mexdûrê êşkenceyên Ebû Saleh li Elmanyayê hebin, hingê pêvajoya dadgehkirina Ebû Saleh jî wê hêsan be.

Rêveberî amade ye ji bo hevkariyê

Em derbarê mijarê de bi nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li Elmanyayê, Xalid Dewrêş (Khaled Davrisch) re peyivîn. Wî îşaret pê kir ku ew bi mijarê dadikevin û wan daxuyaniyek jî daye. Di vê daxuyaniyê de ew bang li hikûmeta Elman dikin ku cidî bi meseleyê dakeve.

Xalid Dewrêş got, heger pêvajoyeke dadgehê dest pê bike, weke rêveberî ew dixwazin fermî muxateb bên girtin. Bi hevkariya Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyê jî, ew amade ne ku ji pêvajoyê de diwarê xwegihandina şahid û delîlan de alîkar bin.   

GfbV wê ji hikûmetê bixwaze li mijarê bikole

Rêveberê Maseya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê yê Civaka ji bo Gelên Tehlûke li ser Wan (GfbV e.V.) Dr. Kemal Sîdo dibêje, ev îdîa hene û ew ji bo safîkirina meseleyê “li def û deholê” bixin. Wî got, piştîkontrolkirina agahiyan û çavkaniyên wan, ew ê ji hikûmeta Elman bixwazin ku mijarê lêbikole, lewma “Nabe kesekî sûc li dijî mirovahiyê kiribin, serbest ji xwe re bigere. Nabe ku Elmanya ji bo wan bibe cihê ewle yê xwe vekişîninê.”

Li gorî North Press Agency ku ji Rojavayê Kurdistanê weşanê dike, Bashar Abu Saleh ji Ezazê ji gundê Kefr Kelbînê ye. Ajans dide zanîn ku Rêxistina Mafê Mirovana a Efrîn-Sûriyê bang li rayedarên Elman dike da ku Bashar Abu Saleh ji ber sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê bê dadgehkirin.

Dadgehên Elmanyayê beriya niha DAIŞ´î û rayedarên berê yên rejîmê ji ber sûcên weke gunehên li dijî mirovahiyê û qirkirinê dadgeh kirin û ceza kirin. 13´ê Çile Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê li serhengê artêşa rejîma Sûrî yê berê Anwar Raslan cezayê heta hetayê hepsê birrî ji ber êşkence û kuştina gelek mirovan di hepseke rejîmê ya li Şamê de. 

6´ê Çile jî dozekê li dijî kesekî ji Sûrî, yê endamê koma çeteya dewleta Tirk a dagirker Ehrar El-Şamê dozekê li Hamburgê dest pê kir. Dibe ku ev doz jî ji bo vekirina doza li dijî Bashar Abu Saleh bibe nimûne. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.