Dagirkeran Luqman Henan bi êşkencê qetil kir
În 6 Çile 2023 - 01:53

Rêxistina ji bo Miletên Tehluke li ser wan (Die Gesellschaft für bedrohte Völker -GfbV) bi êşkenceyê qetilkirina hiqûqzanê Kurd Luqman Henan bi destê dagirkerên Tirk ên Efrînê şermezar kir. Istîxbarata Tirk û çeteyên dagirker ên ser bi dewleta Tirk, 20´ê Kanûna 2022´yan ji bo cara 3´yan Luqman Henan ê 45 salî revandin. Piştî bi du rojan bi êşkenceyê Luqman Henan hat şehîd kirin. Pisporê Rojhilata Navîn ê GfbV´yê Dr. Kemal Sîdo, yê ku ku bi xwe jî ji Efrînê ye, da zanîn ku malbatê cenaze ji nexweşxaneyeke leşkerî wergirtiye. Xizmên Luqman Henan ên ku ji GfbV´yê re peyivîn, dan zanîn ku li ser cenazeyê Luqman Henan şopên eşkere yên êşkenceya giran hebûne. Luqman Henan bavê 3 zarokan e. Xizmên wî hemû bûne penaber, lê ew û yek ji birayên wî tevî zilm û zexta dijwar jî li ser warê xwe man. Wî nexwest erdên xwe û baxçeyên xwe yên Zeytûnan ji artêşa Tirk û çeteyên wê re bihêle.
Li ser rûpela heman rêxistinê dinivîse ku ji 2018´an ve herî kêm 50 kes bi êşkenceyê hatine kuştin û qederê 7 hezar kesan jî hîna wenda ne.
Mirovên ji Efrînê yên li Elmanyayê, ji bo rûreşkirina qetilkirina Luqman Henan bi slogana “Êşkenceyê li Efrînê bi dawî bikin! Dagirkeriya Tirkan şermezar bikin!” çalakiyekê li dar dixin. Çalakî îro saet 13´an li ber parlamena Ewrûpayê bi rê ve diçe.”
NAVENDA NÛÇEYAN















