Dagirkeran li Efrînê 3 kesên din revandin
În 21 Nîsan 2023 - 00:18
Dewleta Tirk a dagirker, li herêma Efrînê, bi destê çeteyên xwe yên bi navê 'Polêsên leşkerî' li navçeyên Raco û Şerayê 3 kes revandin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên deverê, 10'ê Nîsanê li gundê Moska yê Racoyê Mihemed Izedîn Elî yê 31 salî hate revandin.
Hisên Mistefa Nûrî Hidik ê ji gundê Dêrsewanê yê navçeya Şerayê, ji gundê Meiriskê jî Aryan Mihemed Xelîl hatin revandin û wesayita wan hate desteserkirin.
Revandin, kuştin, destavêtin, dizî li Efrîna dagirkirî bûne kiryarên rojane yên dewleta Tirk a dagirker.
ANF/EFRÎN