Deverên Amediyê û Kanîmasiyê yên herêma Behdînanê bi giranî hatin bombekirin û gulebarankirin. Ji ber gulebarandinê li gundê Dêşişê yê Kanîmasiyê welatiyê bi navê Îbrahîm Hesen şehîd bû.
Li gorî Rojnews radigihîne, dema şêniyên gundê Dêşîşê ji bo avdanê çûne ser bax û baxçeyên xwe, artêşa dewleta Tirk a dagirker, herêm bombebaran û guleberan kiriye. Li gel şehîdkirina Îbrahîm Hesen, mal û mizgefta gund jî hatine gulebarankirin. Xelkê Zaxoyê jî dijî êrişan gelekî hêrs bûye.
Li gorî agahiyên ku welatiyên deverê dane Rojnewsê, gundiyên deverê rojên înê diçin ser bax û baxçeyên xwe, avdanê dikin. Gundiyên Dêşîşê yê ser bi bajarokê Kanîmasî jî bi heman armancê doh çûbûn nav baxçeyên xwe. Îbrahîm Hesen û çend gundiyên din ên Dêşîşê jî, ji bo avdana baxçeyên xwe li pişta gund av berdane cuhoka avdanê.
Gund hemû dane ber guleyan
Piştre hevalên Îbrahîm Hesen vegeriyane ser baxçeyên xwe û avdan kirine, lê di wê navberê de dengê gulebaranê hatiye. Piştre hevalên Îbrahîm Hesen dinêrin ku ew venegeriyaye û radibin, lêdigerin. Gundî paşê dibînin ku Îbrahîm Hesen li ser cuhoka avê hatiye şehîdkirin.
Gundiyan da zanîn ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li nêzî gund, bêsurber gundî û nava gund bi sîlehên giran gulebaran kirine, gelek gule li mizgefta gund û malan jî ketine, ziyan çêbûye.
Welatiyan da zanîn ku cenazeyê Îbrahîm Hesen veguhestine nexweşxaneya Zaxoyê û xelkê herêmî jî li dijî êrişên dagirkeriyê pirr zêde aciz e. Hat zanîn ku 6 zarokên şehîd Îbrahîm Hesen hene.
DIHOK