Dagirkeran Gulanê 44 welatî revandin
Pêncşem 2 Hezîran 2022 - 04:29
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li dijî welatî û xwezaya Efrînê dewam dikin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku di Gulanê de li Efrînê 44 welatî hatine revandin û zêdetirî 200 darên zeytûn û hinaran hatine birrîn.
Ji 18`ê Adara 2018`an ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Sûcên belgekirî, tenê beşeke piçûk a van sûcan e. Li Efrîn û navçeyên wê zêdetirî 20 jêrzemîn û girtîgehên bi kesên revandî dagirtî hene.
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Gulanê 41 welatî revandin, di nav de 3 jin û 9 kesên kal hebûn.
Li navçeya Mabeta û gundewarên wê îstixbaratên dewleta Tirk û çeteyên bi navê Polêsên Leşkerî 13 welatî revandin, di nav wan de 5 kesên kal hebûn.
Li navçeya Raco û gundewarên wê jî çeteyên bi navê Polêsên Leşkerî 7 welatî revand di nav de 2 kesên kal hebûn:
Li navenda kantona Efrîna dagirkirî îstixbarata Tirk û çeteyên bi navê Polêsên Leşkerî 7 welatî revandin kalek jî di nav wan de hebû.
Li navçeyên Bilbilê, Şêrawa û Cindirêsê çeteyên dewleta Tirk 11 welatî revandin û di nava wan de kalekjî hebû.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê, çeteyên dewleta Tirk û MÎT'a Tirk 3 jinên ji kantona Efrînê di meha Gulanê de revandine.
Ji bilî van rêxistinê da zanîn ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî 3 welatiyên ji Efrînê ji aliyê MÎTa Tirk ve hatine revandin. Mihemed Bilo yê 35 salî yê ji gundê Dîkê yê Bilbilê, Yûsiv Hisên Çolaq ji gundê Mamilo yê Raco û Mihemed Umer ê 19 salî yê ji gundê Hesendêra yê Bilbilê hatin revandin. Mihemed Umer li Stenbolê gava diçû cihê xwe yê kar hat revandin.
Darên zeytûn û hinaran birrîn
Di çarçoveyê binpêkirinên dagirkeran ên li hember xwezaya Efrînê jî Rêxistina Mafên Mirovan got, Serçeteyên bi nave Mihemed Sîrac Elî ku ji bajarokê Heyan ê gundewarên bajarê Helebê ye zêdetirî 70 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Ehmed Miho birrîbûn.
Ehmed Miho ji navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ya dagirkirî ye.
Her wiha çeteyên bi navê (Feyleq El-Şam) zêdetirî 150 darên wî yên0 zeytûn û hinaran birrîne. Zêdetirî 60 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Cemîl Nasro ku ji gundê Basofanê ye, zêdetirî 50 darên welatiyê bi navê Cemîl Ehmed Ehmed ku ji gundê Kebaşîn, 40 darên hinaran ên welatiyê bi navê Ehmed Betal ê ji gundê Xezawiyê, birrîn. ALAN REŞÎD/ANHA/ŞEHBA
Çeteyên Heyet Tehrîr Şam ketin Efrînê
QSD'ê piştrast kir ku bi serpereştiya dewleta Tirk, çeteyên "Heyet Tehrîr Şam (HTŞ, Cebhet El-Nusra ya berê)" ketine herêmên başûr û rojavayê Efrîna dagirkirî.
Li gorî Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), piştî lihevkirina bi çeteyên "Artêşa Nîştimanî" re bi serpereştiya dewleta Tirk, çeteyên Heyet Tehrîr Şam ketin herêmên başûr û rojavayê Efrîna dagirkirî. Doh li ser medya dijîtal gelek wêneyên sîlehên giran ên çeteyên HTŞ´ê ku li bendê ne bikevin Efrînê hatibûn belavkirin.