Dagirkeran goristana şehîdan kir navendeke leşkerî
Pêncşem 29 Kanûn 2022 - 00:45
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Goristana Şehîdan a Serêkaniyê ya dagirkirî veguherandiye navendeke leşkerî.
Di wêneyan de ku malperên çeteyên dewleta Tirk a dagirker parve kirine, xuya dibe ku dagirkeran Goristana Şehîdan a Serêkaniyê ya dagirkerî kir nuqteyek ji bo perwerdekirina çeteyan. Li gorî agahiyên ku ji Serêkaniyê hatine girtin, çeteyên ‘Firqet El Mutesim’ ya ku goristana li taxa Zerdeşt dagir kirine, goristan kir cihekî perwerdekirina çeteyên xwe.
Malbatên şehîdan rûxandina goristana şehîdan şermezar kir
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan veguherandina goristana şehîdan a Serêkaniyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bo navendeke leşkerî şermezar kir û got ew kiryar derexlaqî û dermirovî ye. Daxuyanî li navçe û kantona Qamişlo (Dêrik, Til Koçer, Til Birak, Girkê Legê, Tibespiyê, Çilaxa û Qamişloyê) hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hate gotin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di binpêkirina qanûnên navneteweyî û mafên mirovan mîna revandin, qetilkirin, birîna daran li herêmên dagirkirî û herî dawî jî binpêkirina hurmeta goristanên şehîdan li Serêkaniyê û veguherandina wan bo qadên perwerdekirina çeteyan, dewam dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Tebaxa 2020ʹî de êrişî Goristana Şehîdan a Serêkaniyê kir û rûxand.
Goristana ku firehiya wê 18 donim e, Gulana 2018ʹan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê ve hatibû avakirin.
NAVENDA NÛÇEYAN