Dagirkeran beheşt kir dojeh

Sêşem 24 Gulan 2022 - 21:21

  • Dewleta Tirk a dagirker li navçetya Şiyê ya ser bi Efrînê, ciwanê bi navê Ehmed Silêman Bekir revand. Dagirker ser bi koma çete Cîhaz El-Emîn in.

Dewleta Tirk a dagirker li navçetya Şiyê ya ser bi Efrînê, ciwanê bi navê Ehmed Silêman Bekir revand. Dagirker ser bi koma çete Cîhaz El-Emîn in. Wekî din ji ber zilm û zora dagirkeran li Racoyê jî zarokeke 14 salî xwe kuşt. 

Hat zanîn ku 19’ê Gulanê, çeteyên dewleta Tirk li gundê Çeqala yê navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê Ehmed Silêman Bekir ê 32 salî revandin.

Silêman Bekir piştî ku Efrîn hat dagirkirin koçberî Lubnanê bûye û piştî ku vegeriya Efrînê, çeteyan ew dîl girtiye.

Li aliyê din çavkaniyan ji navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî ragihand ku zaroka bi navê Zeyneb Emîn a 14 salî li gundê Meydan Ekbez ê navçeyê xwe kuştiye.

Zeyneb Emîn pêşî birine nexweşxaneya li navçeyê da ku bê dermankirin, lê wê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wê sêşema bihurî li goristana gund hat veşartin.

Li kantona dagirkirî, ji ber sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê, bûyerên xwekuştin, kuştina zarokan û jinan zêde bûne. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.