Dagirkeran 5 kesên din revandin
Çarşem 12 Cotmeh 2022 - 00:18
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê 5 welatiyên din revandin.
Çeteyên dagirkeriya Tirk ên bi navê “Feyleq El Şam”, pêr avêtin ser gundê Burc Heyder ê Şêrawayê û 5 welatî bi hinceta ku baca xwe nedane, revandin û birin cihekî ne diyar.
Li gorî heman nûçeyê, navên kesên hatine revandin ev in; Mistefa Ehmed Silo, Nebî Gule Xeyrî, Mihemed Eheme Silêman, Elî Ehmed Selûm û Xelîl Nebî Semo.
ANHA/ŞEHBA