Dagirkeran 33 caran sûcên şer kir
Şemî 7 Kanûn 2024 - 03:00
Artêşa Tirk a dagirker 30 caran bi teqemeniyên qedexekirî êrîş bir ser tunelên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê. 3 caran jî bi bombeyên fosforê bombe kir. HPG'ê got:"Di vê demê de ku bala her kesî li ser bûyerên cuda ne, artêşa Tirk a dagirker ku sûcdarê şer e, bi teqemeniyên qedexekirî êrîş bir ser tunelên me yên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di heman demê de bombeya fosforê ya ku bikaranîna wê di şer de qedexe ye, li ser tunelên me yên şer bi kar anî."
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de li ser mijarê ev agahî hatin dayin:
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê
2'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku rê çêdikirin. Piştî vê çalakiyê dagirker neçar man 2 kepçe û wesayîteke xwe ya bi tîpa kîrpî bi astekê vekişînin û karê çêkirina rê hate rawestandin.
4'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
3'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê sîstemeke radarê ya dagirkeran bi taktîka sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
5'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi taktîka sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
4'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
5'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên ferdî 3 caran li dagirkeran hate xistin ku berê xwe dabûn tunelên me yên şer û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
Li Herêma Metînayê
3'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin, kamerayeke mobesse hate îmhakirin û derb li çeperekê hate xistin.
Sûcên şer ên artêşa Tirk
2, 3, 4 û 5'ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 9 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
5'ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
4'ê Kanûnê li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê 20 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
5'ê Kanûnê li Herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 3 caran bi bombeyên fosforê hatin bombekirin.
2, 4 û 5'ê Kanûnê li Herêma Garê qadên Girê Zengil, Girê Kun, Spîndarê, Sêdarê 6 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Tilêrê, Bêşîlî 8 caran, li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berbizinê, Kendekola, Girê Qele, Lolan, Girê Şehîd Zinar 5 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî 5 caran; bi giştî 24 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
2, 3 û 4'ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 19 caran, li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şekîf û Şehîd Şerîf 4 caran; bi giştî 23 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."
BEHDÎNAN