Dagirkeran 3 welatiyên din ên Efrînê revandin
Sêşem 19 Tîrmeh 2022 - 22:24

- Îstîxbarata dewleta tirk a dagirker MÎT`ê û çeteyên wê yên bi navê Polêsên Leşkerî bi hincetên bêbingeh 3 welatiyên kantona Efrînê ya dagirkirî revandin.
Îstîxbarata dewleta tirk a dagirker MÎT`ê û çeteyên wê yên bi navê Polêsên Leşkerî bi hincetên bêbingeh 3 welatiyên kantona Efrînê ya dagirkirî revandin.
Li gorî çavkaniyê, kesên hatine revandin, ev in: Mistefa Mihemed ê 28 salî ji xelkê gundê Dêr Siwanê yê navçeya Şera ye.
Mehmûd Elî Hisên ê 30 salî û Ferzat Ehmed Mehmûd ê 28 salî ji gundê Çûbono yê navçeya Cindirêsê ne.
Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku kesên hatine revandin ber bi cihekî nediyar ve hatine birin û heta niha bi aqûbeta wan nayê zanîn.
ANHA/ŞEHBA















