Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 25 malên gundê Qurtqulaqa Mezin ê ser bi navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî, rûxandin. 

Çavkaniyeke taybet ji Qurtqulaqê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 25 malên xelkê gund, kargeheke zeytûnan a gund û dikanên bazirganiyê bi treksan, rûxandine.

Çavkanî da xuyakirin ku artêşa dagirker û çeteyên wê gef li şêniyên gund xwarine da ku bêdeng bin û rûxandina mal û milkên şêniyan eşkere nekin. Çavkaniyê piştrast kir ku sûcên mezin û binpêkirinên mafan ên mezin li dijî xelkê gund hatine kirin.

Çavkanî navên hin kesên ku malên wan hatine rûxandin eşkere kir, navên wan wiha ne: “Ekrem Tahir, Rifet Şebab, Şêx Menan Hec Mûrad, Berekat Elî Berekat, Henan Ebû Riyad her wiha kargeha zeytûnan a Hec Mûrad e.”

Di dîmenekî de malên gundê Qurtqulaqê ku dagirkeran rûxandine, diyar dibin.

ANHA/ŞEHBA