Dagirker xelkê birçî dihêlin
Pêncşem 24 Mijdar 2022 - 02:26
Welatiyên li kantona Girê Spî ya dagirkirî, ji ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, azaran dikişînin. Ev zilma dagirkeran bi awayekî yekser bandorê li kar û barên wan ên jiyanî dike. Nexasim bi hatina Zivistanê re ku çeteyên dagirkeriya Tirk, nirxan kontrol dikin û dest datînin ser madeyên bingehîn ên wekî nan û mazotê.
Li gorî çavkaniyên herêmî yên ji kantona Girê Spî, ji ber bihabûna nirxê mazotê, xelk neçar dibe ji bo germkirinê kîsikên naylonî û madeyên plastîk kom bikin û bişewitînin. Çavkaniyan da zanîn ku xelk li hember sûcên dagikeran bi hêrs e.
Mazot tenê li cem artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heye. Li gorî çavkaniyên herêmî nirxê bermîleke mazotê li Girê Spî ya dagirkirî, milyonek lîreyê Sûriyê ye.
Ji ber bihabûna mazotê, warê çandiniyê jî bi paş ketiye, rûbera erdên çandiniyê kêm bûye. Ji ber ku cotkar nikarin madeyên sotemeniyê yên pêwîst peyda bikin.
Beriya çendekê, hin çavkaniyên ji deverê gotibû, kesê bi navê Ebû Ebdo Iqtîsadiyê ku serçeteyê "Feyleq El Mecd" e, dest daniye ser 5 hezar donim erd li gundewarê rojavayê kantona Girê Spî ya dagirkirî.
Li kantona Girê Spî ya dagirkirî ard jî dem bi dem namîne, hin caran 10 rojan ji ber ku dewleta Tirk a dagirker dest datîne ser ard, ard peyda nabe. Hêjayî gotinê ye ku ard di deriyê sînorî re derbasî herêmê dibe ku di bin kontrola çeteyan de ye. Dagirker, genimê li depoyên herêmê (Şergirak, Dehlîz û Sexrat) jî didizin û welatiyên li kantonê bi birçîbûnê re rû bi rû dihêlin.
ANHA/EYN ÎSA