Dagirker wê bi ser nekevin

Pêncşem 8 Kanûn 2022 - 00:18

HÎVDA HEBÛN/ANF/GIRÊ SPÎ

 

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Erdal Kobanê li ser êrişên dewleta Tirk daxuyanî da. Kobanê got, dewleta Tirk dixwaze herêmê dagir bike û careke din çeteyan lê bi cih bike. 

Erdal Kobanê got, dewleta Tirk plan dikir ku bi êrişên hewayî yên giran re panîkê li herêmê çêke, bi vî rengî herêmê vala bike û êrişa bejahî dest pê bike. Di dewamê de Erdal  Kobanê got, "Bêguman hesabê wan li hev nehat. Li berxwedana gel rast hatin. Tevî êrişan jî gelê me cih û warê xwe neterikand. Êriş ne tenê li ser xeta sînor hate kirin. Cih û warê sivîlan, binesazî, dibistan, nexweşxane hatin bombekirin. Her ku êriş zêde bûn, gelê me jî berxwedan mezin kir. Bêhtir xwedî li warê xwe derket.”

 

Tu carî wê bi ser nekevin

Erdal Kobanê got, şervanên QSD'ê, zarokên gel in û wiha peyivî: “Em ê xaka xwe bi canê xwe biparêzin. Heta ku em hebin, dewleta Tirk wê nikaribe warê me dagir bike. Bawerî û biryardariya zarokên vî gelî ya li ser têkoşînê mezin e. Em her tim li dijî her cûre êrişan amade ne."

Kobanê ragihand ku Tirkiye di nava xwe de xwedî pirsgirêkên mezin e, lewma xwe li şer digire û got, "Dewleta Tirk ji bo karibe di her firsendê de êrişî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bike, çi ji dest tê wê bike. Jixwe, hewldanên wan jî bi vî rengî ne. Çi dibe bila bibe, em ê nehêlin ku vê xakê dagir bikin û hêviya gelê me têk bibin. Ev jî soza me ye ji bo gelê me."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.