Li Efrînê binpêkirina mafê mirovan bi saxiya mirovan bi dawî nabe. Gornebaşiya dagirkeran pêşî xwe bi xirakirina şehîdgehan nîşan da. Paşê jî bi revandin û xirakirina  hin gorên navdarên Kurd ên weke Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî, vê gornebaşiyê dewam kir.

Gornebaşên dagirker niha jî gora helbestvan Bavê Gulê (Arif Xelîl) ya li gundê Kosa yê li navçeya Efrînê Bilbilê, xira kir û kêlê gorê jî şikandin. Çalakvan û çavdêrên binpêkirinên mafê mirovan ên li Efrînê, wêneyên gora texrîbkirî belav kirin. 

Bavê Gulê  sala 2012'an koça dawî kiribû.  Du berhemên yên bi navê "Pend û Şîretên Kurdî" û "Hawar û Hêvî" hebûn. 

NAVENDA NÛÇEYAN