Dagirker nikarin Kurdî tine bikin!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 4 Adar 2024 - 00:26

Zimanê Kurdî yek ji zimanên herî xurt, kevin û dewlemend e ku ji gelek zaravayan pêk tê. Nivîskar Salih Helac got: “Hezar sal in hewlên tunekirina zimanê Kurdî tê dayîn. Lê Kurdan hertim zimanê xwe parastine û pêş xistine.”

Zimanê Kurdî yek ji zimanên resen e û li Kurdistana mezin û gelek herêmên din tê axaftin û nivîsandin, pispor di wê baweriyê de ne ku dîroka wê vedigere beriya zayînê û zêdetirî çar zaravayan heye. Koka wê ya dîrokî û hebûna zêdetirî zaravayan zimanê wê li hemberî qirkirina çandî ya ku bi salan e dewletên dagirker hewl didin pêk bînin, zindî hiştine.

Koka damezirandina neteweyan e

Nivîskar û Lêkolîner Salih Helac di derbarê dewlemendiya zimanê Kurdî û girîngiya zaravayê ji bo ziman de axivî û got: “Ziman pênaseya her netewekê ye, her netewa ku zimanê xwe neparêze dê têk biçe. Ji ber ku ziman ferqê dixe nava neteweyên dinyayê de. Me zimanê dayîkê heye. Sedema ku em jê re dibêjin zimanê dayikê ew e ku em ji destpêka hebûna xwe ve zimanê xwe yê dayikê dibihîzin û jê fêr dibin. Ziman koka damezrandina neteweyekê ye. Mirovên ku li cihekî kom dibin, hebûna zimanekî hevpar wan dike netewe. Zimanê me yê Kurdî yek ji zimanên herî bilind ên cîhanê ye, lê bi hezaran salane rastî zordariya dewletan tê. Lê berevajî gelek zimanên din ên ku di bin serweriya desthilatdarî û olê de winda bûne, her tim di pêşveçûnê de ye.”

Hinek peyv nemane!

Nivîskar Salih Helac wiha axaftina xwe domand: “Di pêkhatina ziman de zaravayên Kurdî gelek dewlemend û giring in. Di zaravayên me de bi hezaran peyv hene ku niha nemane ku berê li gundî û koçeran bikaranîne. Min ferhenga zaravayên Germiyanî ji nû ve nivîsandiye û di pirtûkekê de behsa van peyvan kiriye. Kurd ji herêmên Loristanê heta digije Efrînê zarava û zimanê xwe parastine. Ev tê wê wateyê ku me parstinek mezin li hember parastina zimanê Kurdî kiriye ku bûye yek ji şanaziyên Kurdan û şoreşên wan.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.