Dagirker êşkence dikin û direvînin

În 30 Hezîran 2023 - 01:41

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Vdc-Nsy), binpêkirinên mafên mirovan ên Hezîranê yên li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kir rapor.

Navendê rapora xwe ya Hezîranê ya li ser binpêkirinên li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku dewleta Tirk ew dagirkirine, eşkere kir.

Li gorî raporê;

2 kes di encama topbaranê de hatine kuştin.

5 bûyerên teqîna mayin û teqemeniyê pêk hatine.

33 kes hatine destgîrkirin, êşkence li 17 kesan hatiye kirin.

19 kes hatine revandin.

4 kes û zarokek di encama topbaran, serdegirtina malan, parçeyên teqemeniyê, teqîn an lêdana çeteyên dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûne.

Êrişên hewayî û bejahî li dijî gundên sivîlan pêk hatine, di encamê de 2 kes hatine kuştin, 7 kes jî birîndar bûne.

Çete li navendên bajaran 9 caran pev ketine.

 

Encamên dagirkeriya dewleta Tirk

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li djiî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de, 375 hezar kes koçber bûne. 

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê (Heyet Tehrîr El Şam, Artêşa Nîştimanî) binpêkirinan dewam dikin. Heta îro 2 hezar û 795 kes hatine kuştin û 7 hezar û 495 kes jî birîndar bûne. Her wiha ji destpêka dagirkirina herêmên bakurê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve, 9 hezar û 53 kes hatine destgîrkirin, 6 hezar û 979 kes hatine berdan, çarenûsa kesên mayî jî nayê zanîn.

Her wiha 181 kes li girtîgehan bi êşkenceyê hatine kuştin. Hejmara penaberên sûriyeyî yên bi guleyên leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin jî 560 e, ji wan 103 zarok û 67 jî jin in.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.