Dagirker diz û çete ne
Duşem 17 Gulan 2021 - 02:04
Dewleta Tirk a dagirker û çete, doh sibehê piştî şivanek ji gundê Til Kerabît ê rojavayê Til Temirê revand, pezê wî jî dizî.
Dewleta Tirk bi çeteyan xwe pêr sibehê pez ji şivanê Mihemed Ebdulselam ê 16 salî li nêzî eniyên şer dizîn. Li gorî Mihemed Ebdulselam, 3 çeteyên dewleta Tirk ew û pezê wî birin baregeheke xwe. Ebdulselam diyar kir ku wan 200 pez dizîn û êşkence li wî kirin û piştre ew berdan.
HESEKÊ