Dagirker Biliga talan dikin

Çarşem 5 Tîrmeh 2023 - 13:39

Talankirina xwezayê ya li herêmên Besta, Cûdî, Gabar û Çelênimêja yên Şirnexê di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan hatiye destpêkirin, bi meha ne didome. Yek ji deverên ku talana daran lê hatiye destpêkirin jî gundê Bilika yê Silopiyayê ye. Cendirmeyan li vî gundî qaşo di bin navê “ewlehiyê” de bi hezaran dar birrîn û xelkê herêmê jî nerazîbûn nîşanî leşkeran dan. Dema hinek welatiyan hewl dan rê li ber birrîna daran bigirin, leşkeran gefa “Heke hûn ji bo me zehmetiyan derxînin, em ê ketina we ya gund qedexe bikin” lê xwarin. Li aliyê din, birrîna daran a li gundê Asûriya Hesêna yê li quntarê Çiyayê Cûdî yê Silopiyayê jî didome. Darên tên birrîn li kamyonan tên barkirin û derdixînin derveyî bajar. 

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.