Dewleta Tirk a dagirker ji dema dagirkirina Serêkaniyê di sala 2019′an de, avê li ser Hesekê û gundewarên wê qut dike. Stasyona Elokê jêdera sereke û yekane ya ava vexwarinê ya bajêr û kampên Hol, Serêkaniyê, Waşûkanî û Erîşa ye.
Şêniyên bajêr ji bo peydakirina avê sehrîc û bîran bi kar tînin. Lê ava bîran ji ber şorbûnê ji bo vexwarinê bi kêr nayê.
Rojane şêniyên Hesekê bi nexweşiyên mîna; navçûn, jehrîbûn, nexweşiyên çermê û verişîn dikevin. Ev av li ser nexweşên gurçikan jî xetereyekê çêdike.
Têkildarî mijarê, çavdêrê beşa ambulansan a Nexweşxaneya Gel a Hesekê Ehmed Ferhan axivî û got: "Ji ber qirêjbûna avê li Hesekê, rojane 100 rewşên nexweşiya jehrîbûn û nexweşên çermê tên nexweşxaneyan." Ferhan da zanîn ku ji bo nexweşên gurçikan pêwîst e ava nexweşxaneyan jî bê dezenfektekirin, lewma qutkirina avê bandoreke mezin li nexweşxaneyan jî kiriye. Ehmed Ferhan bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku çareyên lez ji bo avê yan ji bo stasyona Elokê bibînin.
Rêjeya avê kêm dibe
Li gorî hevserokê Komîteya Avê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Seydo Seydo, ji ber ziwabûna li herêmê û erdheja di 6′ê Sibatê de, ava vexwarinê kêm dibe. Ji ber ku bandor li bîrên li gundên Şehbayê kir. Li kantona Şehbayê 18 bîrên avê hene û avê ji tevahî gundên Şehbayê re, ji Til Rifetê heta Fafînê, peyda dikin.
Beriya erdheja 6′ê Sibatê, rojane 900 stêrên ava vexwarinê ji van bîran derdiketin û bi rêya komînan bi buhayekî pir kêm li şêniyan dihat belavkirin. Lê di halê hazir de rojane kêmî 700 stêr derdikevin, ango av kêm bûye. Seydo li ser vê yekê got ji ber kêmbûna avê 5 bîr sekinîne. Li kêleka bîrên avê, li navçeya Şêrawayê 16 torên dayîna avê hene lê dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê û qedexeya derbasbûna sotemeniyê ji herêmê re, bandor li wê jî kiriye. Seydo anî ziman ku dorpêça hikumeta Şamê bi awayekî neyînî bandorê li karên wan dike û nikarin pêdiviyên şêniyan ji ava vexwarinê peyda bikin, bi taybet jî li gel vê germahiyê û belavbûna nexweşiyan.
UNICEF′ê zêdetirî 2 hezar û 400 metrekûp av li xezaneyên li nava Şehbayê hatine danîn belav dikir, lê ji 11′ê Tîrmeha 2021′ê ve ji ber zexta hikumeta Şamê tenê hezar metrekûp avê belav dike. Vê yekê bandor li 38 gund û 3 navçeyên mezin (80 hezar kes) kir. Seydo diyar kir ku rêxistinên navneteweyî alîkariya herêmê ya dabînkirina ava vexwarinê nakin û UNICEF tenê avê dide kampan. Seydo eşkere kir ku ji bo dabînkirina ava vexwarinê ji şêniyan re projeyên nû hene û ew bîrên nû dikolin û bang li rêxistinên navneteweyî jî kir destwerdanê bikin, dorpêça li ser Şehbayê bi dawî bikin û bihêlin sotemenî derbasî kantonê be.
NAVENDA NÛÇEYAN