- Li cihê ku dewleta Tirk li Rojava dagir kirin li şûna ewlehiyê, kuştin, revandin, dizî, talan û bertîlxwurî heye. Xelkê Til Xelefa dagirkirî doh li ber vê rabû û nerazîbûna xwe nîşan da. Dagirkeran êrişî xelkê kir.
Pêr li Serêkaniyê yek jê ji Iraqê du kesan zêrkerek qetil kir û ew şêland. Li Babê bombeyên çeteyan zarokek kuşt û rêxistina çavdêriya mafê mirovan a li Sûrî SOHR´ê jî da zanîn ku dagirkeran li Efrînê ji bo şantaj û fîdyeyê 9 kes revandine. Deverên ku dewleta Tirk dagir kirine, ji deverên herî ne ewle yên dinyayê ne. Ji ber wê jî doh li Serêkaniyê xelkê li dijî vê rewşê bi meşeke protestoyî nerazîbûna xwe nîşan da.
Xelkê Til Xelef ê rojavayê Serêkaniyê ya dagirkirî xwepêşadanek li dijî hêzên dagirker û çeteyên wan li dar xist. Wan banga vekirina dermanxaneyan kir, tevliheviya ewlehî û kirinên çeteyên dagirkeran ên bi navê qaşo "Artêşa Nîştimanî ya Sûrî" şermezar kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku gelek kesên ji Til Xelef a rojavayê Serêkaniyê ya dagirkirî, daketin qadan û bang li "Komîteya Tenduristiyê û polîsên artêşa Tirk" kirine da ku dermanxaneyan vekin.
Her wiha xwepêşandêran binpêkirinên li Serêkaniyê û gundewarên wê şermezar kir, li hemberî vê çeteyên "Polîsên Sivîl" êrişî xwepêşandêran kir, hêzên artêşa Tirk jî hin rê girtin.
Li herêma Serêkaniyê çeteyên "Artêşa Nîştimanî ya Sûrî" li dijî xelkê herêmê yên li malên xwe mane, sûcan dikin.
"Komîteya Tibî û polîsên sivîl" 28`ê Hezîrana derbasbûyî çend dermanxane girtin û dermanên li Serêkaniyê desteser kirin, hin ji wan li pêşiya ragihandinê şewitandin û hin jî piştî xwediyên wan bertîl da komîteyê, li wan vegerandin.
Li Efrînê 6 kes revandin
SOHR´ê wekî din xwe spart çavkaniyên xwe yên li Efrînê û da zanîn ku çeteyên dagirkerên Tirk ên bi navê Feyleq el-Şam a ser bi MÎT´a Tirk ve zilma xwe ya li ser xelkê gundê Baiyeh yê li Şêrawa ya Efrîna dagirkirî dewam dikin. Çeteyên MÎT´a Tirk di nava hefteyê de ji gund 6 kes revandine û di nava wan de jin jî hene. Wan ev kes bi "peywendiya bi Rêveberiya Xweser" û "xizmên xwe yên li nav erdên Rêveberiya Xweser" re tohmetbar kiriye.
SOHR´ê da zanîn ku pêr jî çavkaniyên wê dîtine ku dagirkerên bi navê Polêsê Eskerî jî ji gundê Coleqan ê Cindirêsê ya ser bi Efrînê revandine û ew tohmetbar kirine bi "peywendiya bi Rêveberiya Xweser" re.
SOHR dibêje armanca revandina xelkê bi vî awayî standina fîdyeyê ye.
SOHR´ê da zanîn ku pêr ji gundê Meydan Ekbes ê ser bi Racoya Efrînê jî kesek bi heman tohmetê hatiye revandin û ji dê û bavê vî kesî mîqdareke zêde ya fîdyeyê tê xwestin da ku kesê revandî berdin.
Beriya bi sê rojan jî kesekî ku Ehrar El-Şerqiye ji gundewarên Reco 20´ê Hezîranê revandibû, di ber dana 2 hezar dolarî de hatibû berdan.
Bombeya dagirkeran zarokek kuşt
Li aliyê din SOHR´ê da zanîn ku doh di encama teqîneke bombeyeke dagirkeran û çeteyên wan li pey xwe hiştî, zarokek hatiye kuştin. Hat zanîn ku zarok wê bombeyê dibîne û pê dilîze û bombe pê de diteqe.
Li Bab´ê 6´ê Hezîranê jî di teqîneke bi heman rengî de ciwanek û 2 zarok birîndar bûbûn.
NAVENDA NÛÇEYAN