Dag û Er dawî li rojiya mirinê anî

Çarşem 12 Cotmeh 2022 - 02:09

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên li Girtîgeha Hewlêrê girtî ne, piştî ku daxwazên wan hatin qebûlkirin, dawî li rojiya mirinê anîn.

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er li Başûrê Kurdistanê di 17'ê Tîrmeha 2019'an de bi îdîaya kuştina rêveberê MÎT'ê Osman Kose hatin girtin û cezayê îdamê li wan hate birrîn. Wan li hemberî êşkence û binpêkirina mafên mirovan dest bi rojiya mirinê kiribû. Li gorî agahiyan, piştî ku daxwazên wan hatine qebûlkirin, wan dawî li çalakiya xwe aniye.

Endamê Komîteya Piştevaniya bi Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er re, apê Abdûrrahman Er, Necmettîn Er diyar kir ku biraziyê wî û Mazlûm Dag dawî li çalakiya rojiya mirinê aniye.

Necmettîn Er got, "Biraziyê min geriya. Ji min re got, 'Ji ber ku daxwazên me hatin qebûlkirin, me dawî li çalakiya rojiya mirinê anî. Tenduristiya me baş e. Em malavahiya her kesî dikin ku di vê pêvajoyê de piştgiriya me kirin'. Em jî bi navê malbatê malavahiya her kesî dikin ku di vê pêvajoya zehmet de bi me re hewl dan."

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.