• Di 23'yê Kanûna 2016'an de qeyûm Şaredariya Xelfetî ya Rihayê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dagir kiribû.

Di 23'yê Kanûna 2016'an de qeyûm Şaredariya Xelfetî ya Rihayê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dagir kiribû. Beriya qeyûm şûna wî dagir bike, Hevşaredar Mustafa Bayram di 2'yê Kanûna 2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Bayram, piştî 5 sal û 2 mehan hat berdan. 

'Me karê xwe kir'

Mustafa Bayram piştî ji hepsê derket, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re peyivî. Bayram, dibêje dozgerên ew girtin, paşê bi xwe ketin hepsê û wiha axivî: "Kesên em dan girtin, em li girtîgehê rastî wan hatin. Li wir me sedema vê ji wan pirsî. Gava me pirsî 'Çima we tiştekî wiha kir?'

Gotin, 'Me karê xwe kir.' Çendî gotin 'Me karê xwe kiriye' jî, lê asas a ku kirin darizandineke dûrî rastiyê bû. Her kes dizane ku em bi talîmatan hatine binçavkirin. Gava em çûn dadgehê, serokê dadgehê ji me re got, 'Ez mecbûr im derbarê we de biryara girtinê bidim, lê ev nayê wateya ku hûn sûcdar in.' Di dema darizandinê de rayedarên TEM'ê jî li wir bûn. A rast dihat fêmkirin bê çima mecbûr bûn.

Gava qeyûm hatin, nirxên gel hedef girtin. Ji dêvla xizmetê, karên dijî gel kirin. Gava em bi hilbijartinê hatin ser kar me kesî ji kar dernexist û me li nasnameya kesî mêze nekir. Lê têkiliyên me yên bi gel re, îqtidarê nerihet kirin. Piştî tayinkirina qeyûm gelek kes ji kar hatin derxistin û ev kes mehkûmî birçîbûnê hatin kirin. Beriya qeyûm deynên şaredariya me tune bûn, lê niha şaredarî di nav deynan de ye."

NAVENDA NÛÇEYAN